Ebadî bo Rûdawê: Konfederasyon dikare were gotûbêjkirin!
Bexda (Rûdaw) - Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand: “Em gotûbêj û danûstandinê li gel Herêma Kurdistanê red nakin”. Ebadî derbarê konfederasyonê de jî got: “Dibe ku gotûbêj li ser Konfederaliyê bihê kirin.”
Heyder Ebadî di konfransa rojnamevanî ya heftane de di bersiva pirsyareke Tora Medyayî ya Rûdawê de ragihand, ku ew peywendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê nabirin û got: “Em ti demi gotûbêj û danûstandinê li gel Herêma Kurdistanê red nakin. Em danûstandinê li ser referandumê û encamên wê nakin û divê encama referandumê were hilweşandin.”
Ebadî amaje bi bijardeya Konfederaliyê weke modela pêwendiyê di navbera Iraqê û Herêma Kurdistanê de kir û da xuyakirin: “Dibe ku gotûbêj li ser Konfederaliyê were kirin. Konfederalî mijarek e ku pêwîstî bi pêdeçûna Destûrê heye. Ev jî divê li ser daxwaza hemû aliyên siyasî be.”
Serokwezîrê Iraqê herwiha tekezî li ser wê yekê kir, ku ew peywendiyên xwe li gel Herêma Kurdistanê nabirin û got:“Her gotûbêjeke li gel Herêma Kurdistanê, pêwîst e li ser sê bingehan be; yekîtiya Iraqê, destûr û redkirina referandumê.”
Li ser deverên arîşedar ku Hewlêr û Bexdayê nakokî li ser hene, Serokwezîrê Iraqê amaje bi wê yekê kir, ku îdareya ewlehiya deverên nakokî di desthilatdariya Hikûmeta Federalî de ye û herwiha daxwaz ji hêzên Pêşmerge jî kir, ku li deverên arîşedar rûbirûyî hêzên hikûmeta federalî nebin.
Heyder Ebadî destnîşan kir, ku hemû serkirdeyên cîhanê piştgiriya Iraqê dikin li ser rêkarên sepandina desthilatdariya federalî û got: “Petrola Iraqê malê hemû iraqiyan e.”
Di derbarê şîreketên tora telefonan de Heyder Ebadî diyar kir: “Şîrketên telefonan di bin desthilatdariya federaliyê de ye û bi gotina wê dike.”
Ebadî li ser serdana xwe ya Fransayê jî da zanîn, ku Fransa tekezî li giringiya yekîtî û serweriya Iraqê kiriye.
Weke din Serokwezîrê Iraqê aşkere kir, ku îsal sala dawî ya DAIŞê ye li Iraqê û got: “Li her derê tirs ketiye dilê DAIŞê. Hêzên me hin deveran azad kirin ku di serdema rejîma berê de ti hêzeke leşkerî negihiştibû wan deran.”