Muqteda Sedir daxwazek ji dengdêran kir
Hewlêr (Rûdaw) - Muqteda Sedir derbarê ji karketina amûrên dengdanê dibêje, ji karketina amûrên dengdanê “Naşirînkirina proseya demokrasiyê ye”. Muqteda Sedir herwiha daxwazekê ji xelkê dike û dibêje: “Heta tu deng nedî terka navenda dengdanê neke”.
Proseya dengdana giştî ji bo hilbijartina endamên Parlamentoya Iraqê demjimêr 07:00 sibeha îro dest pê kir. Lê prose rastî çend pirsgirêkan hat, wek rawestana amûrên dengdanê û dereng vekirina navendên dengdanê.
Sedir dibêje: “Piştî ku nûçeya ji karketina amûrên dengdanê gihişt me, beşek ji wan ji aliyê pisporan ve hatin çêkirin. Spas ji komisyonê re û spas ji çavdêrên navdewletî re”.
Li ser ji karketina hinek amûrên dengdanê, Muqteda Sedir di twitekê de got: “Ji karketin yan ji karxistina amûrên dengdanê rûşandin û naşirînkirina proseya demokrasiyê ye”.
Muqteda Sedir yek ji wan serkirdên Iraqî bû ku hema piştî vekirina navendên dengdanê dengê xwe da. Sedir di twita xwe de daxwazekê ji xelkê dike û dibêje: “Heta tu deng nedî terka navenda dengdanê neke”.