Hilbijartinên Parlamentoya Îraqê: 12 namzedên jin di rêza pêş de ne
Hewlêr (Rûdaw) – Di hilbijartinên Parlamentoya Îraqê de 12 lîsteyan (partî, fraksiyonan) jin wekî serlîste hatine destnîşan kirin.
Ev lîste li heft parêzgehên Îraq û Herêma Kurdistanê ne. Çar ji van jinan Kurd in.
Parêzgeha Bexdayê xwedî hejmara herî zêde ya serlîsteyên jin e. Li Bexdayê çar lîsteyan jin danîne rêza yekem.
Ew jî lîsteyên Umran,Teyara Qaziyetuna, Partiya Daî û Tevgera Riwadî ya Niştimanî ne.
Li Herêma Kurdistanê jî çend partiyan namzedên jin kirine serlîste. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Nifşê Nû û Eniya Tirkmenî li Silêmaniyê namzedên jin wekî serlîste destnîşan kirine.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî li Dihokê jinek wekî serlîste namzed kiriye.
Seroka Tora Temûzê ya Çavdêriya Hilbijartinan Viyan Şêx Elî ji Rûdawê re axivî.
Viyanê got, "Bûna jinekê wekî serlîste palpiştiyeke manewî ye. Eger ew bi ser bikevin, dê karibin postên wekî alîkariya serokatiya parlamentoyê û serokatiya komîteyan bi dest bixin."
YNKyê li Diyaleyê jî jinek kiriye serlîste. Partiya Umran li Enbar û Kerkûkê jî jin wekî serlîste destnîşan kirine. Lîsteya Xedemat jî li parêzgeha Zîqarê jinek kiriye namzeda serlîste.
Viyanê her wiha got ku kotaya jinan rê li ber zêdebûna hejmara parlamenterên jin digire. Li gorî kotayê, divê ji sedî 25ê parlamenteran jin bin.
Sîstema hilbijartinê ya îsal a 11ê Çiriya Paşîn ji ya sala 2021ê cuda ye. Di hilbijartina berê de, pîvan bidestxistina dengên herî zêde bû.
Ji ber vê yekê, wê demê hejmara jinan ji kotaya ji sedî 25ê (83 jin) derbas bûbû. Wê çaxê 14 jinên din bi dengên xwe ser ketibûn û hejmara giştî ya jinan gihîştibû 97an.