Li Mûsilê avakirina bazaran û peydakirina derfeta kar
Hwelêr (Rûdaw) – Şerê kontrolkirina bajêrê Mûsilê ziyaneke zêde gihand bazarê, lê niha hêdî hêdî dikandar vedigerin û dest bi nûjenkirina dikanên xwe kirin.
Bajarê Mûsilê 10ê Hezîrana 2014an ket destê DAIŞê û li Tîrmeha 2017ê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Iraqê ve bi piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî hat kontrolkirin. bajar wêraniyek mezin dema DAIŞê û piştî kontirolkirina wê jî dît.
Bazara naskirî ya Musilê, ya Hesinger û dartaşan vedigere bo serdema Osmaniyan, gelek pirsgirêkên mezin bo wî bazarî dirust bûne û ya herî dawî jî, ligel kontrolkirina Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve di sala 2014an de bû.
Kûr germ in û hesinger jî bi karên xwe ve mijûl in. Bazara Mûsilê wek "Bazara Hesinger û Xeratan" tê naskirin û dîroka çêkirina wê vedigere serdema Osmaniyan. Di vê demê de, bazara navbirî rûbirûyê gelek pirsgirêkên mezin bûye û ya herî dawî jî ligel kontrolkirina Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve di sala 2014an de bû. Şerê kontrolkirina bajêr zerareke zêde gihand bazarê, lê piştre dikandar vegeriyan û dest bi nûjenkirina dikan an jî firoşgehên xwe kirin.
Derbarê vê yekê de Hesinger Mihemed Şakir wiha got: “Em vegeriyan û bi hewldanên xwe me dikanên xwe vekirin. Yek yek me hemû firoşgehên xwe vekirin, heta bazar bi tevahî hat vekirin. Li vê bazarê du cor kes kar dikin, ew jî hesinger û xerat in û herdû jî hevdû temam dikin. Mebesta min ew e, em pişta xwe bi wan girêdidin û ew jî bi me."
Rojane hesinger û xerat bi temamkirina karên xwe ve mijûl in, lê her kî ji wan biaxife, zêde hikûmeta Iraqê rexne dikin. Ew dibêjin, DAIŞê zerareke zêde gihandiye wan û di operasyona kontrolkirina Mûsilê û encama şerê navbera hêzên ewlekariyê yên Iraqê û çekdarên DAIŞê de dikanên wan herifîn, lê hikûmeta Iraqê bo nûjenkirinê ti hevkariyek pêşkêşî wan nekiriye.
Hesinger Xalid Zeîn jî got: “Piştî operasyona azadkirinê, em vegeriyan bazarê û me bi xwe ev der paqij kir. Me bi hewl û pereyên xwe dest bi çêkirina dikanên xwe kir. Bi vî awayî jî me karî careke din jiyanê vegerînin vê derê û careke din jî dest bi karkirinê bikin."
Gelek kes ji bo bidestxistina debara xwe ya rojane û mal û zarokên xwe li vê bazarê kar dikin. Ew dibêjin, bav û bapîrên wan jî li vê derê kar kirine û naxwazin bicîh bihêlin.
Xerat Yûsif Ebdulla jî anî ziman: “Em li navçeya deriyê pira kevin in. Ev yek ji bazarên qedîm ên Mûsilê ye. Piraniya dikanên vê derê yên hesingerî û xeratiyê ne. Malbata min zêdeyî 200 sal e li vê derê dijî û pênc nifşên me di vî pîşeyî de kar kirine."
Bajarê Mûsilê 10ê Hezîrana 2014an ket destê DAIŞê û Temûza 2017ê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Iraqê ve bi piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî hat kontrolkirin.