Serokkomarê Îraqê: Ji bo rastkirina şaşiyan yekane rê hilbijartin e

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd li ser hilbijartinên Parlamentoya Îraqê peyamek belav kir û got,” Ji bo rastkirina şaşiyan yekane rê hilbijartin e.”

Sibe li Îraq û Herêma Kurdistanê hilbijartina Parlamentoya Îraqê tê kirin.

Serokkomarê Îraqê bi boneya hilbijartinan gotarek pêşkêş kir.

Letîf Reşîd di gotara xwe de ragihand ku welat ji bo çespandina aştî, seqamgîrî û bidestxistina geşepêdanê li ber qonaxeke nû û girîng e.

Serokkomarê Îraqê her wiha ev gav wekî temamkirina avakirina saziyên dewletê û pêkanîna hikûmeteke federal a bi hêz bi nav kir û teqezî li ser pêwendiyeke biîstikrar a li gel Herêma Kurdistanê kir.

"Banga beşdariya çalak"

Li Îraqê zêdetirî 29 milyon kes di temenê dengdanê de ne lê belê ji wan tenê 21 milyon kes xwedî karta bayometrî ne û dikarin dengê xwe bidin.

Serokkomarê Îraqê xwest di hilbijartinê de "beşdariyeke çalak û berfireh" pêk were.

Letîf Reşîd got, "Ji bo rastkirina şaşiyan, çareserkirina aliyên neyînî û bipêşxistina sîstema siyasî yekane rê hilbijartin e."

Letîf Reşîd ji dengderan xwest ku bi realîstî, rastgo û emanet li hilbijartina namzedên parlamentoyê binêrin.

Serokkomarê Îraqê her wiha ji bo yasayên girîng derbixe û avakirina sazûmanî ya dewletê temam bike teqezî li ser piştgirîkirina Parlamentoya Îraqê ya paşerojê jî kir.

Dengderên li Îraq û Herêma Kurdistanê dê sibe biçin ser sindoqên dengdanê û parlamenterên nû hilbijêrin.

Parlamentoya nû dê paşê li gorî demên yasayî û destûrî serokkomarê nû hilbijêre. Serokkomarê hilbijartî jî dê piştre kesekî ji bo pêkanîna hikûmetê erkdar bike.