Parlamentoya Îraqê dosyeya DAIŞiyên li Sûriyeyê gotûbêj dike

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Îraqê îro dicive û mijara veguhastina çekdarên DAIŞê yên ji girtîgehên Sûriyeyê gotûbêj dike.

Parlamentera Îraqê ya ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Sirwe Mihemedê ji Rûdawê re ragihand ku di rûniştina îro de parlamento dê mazûvaniya Wezîrê Dadê yê Îraqê Xalid Şiwanî, Wekîlê Wezareta Karên Navxwe a Kar û Barên Îstixbaratê û Alîkarê Fermandarê Operasyonên Hevbeş bike.

Armanc ew e ku hûrgiliyên veguhastina çekdaran û rêbazên ewlehiyê bên şirovekirin.

Ev pêngav piştî rûdanên ewlehiyê yên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê tê.

Koalîsyonê Navdewletî ya li Dijî DAIŞê dest bi veguhastina wan çekdaran kiriye ku di girtîgehên bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bûn û wan dibe Îraqê.

Tê texmînkirin ku Koalîsyonê nêzîkî 7 hezar çekdarên berê yên DAIŞê veguhastine Îraqê.

Dadgehên pêwendîdar ên Îraqê dest bi lêpirsînê kir da ku ew çekdar li gorî yasayên Îraqê bên dadgehkirin.