Xefacî: DAIŞiyên ku hatine veguhastin dê li gorî yasayên Îraqê bên darizandin

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Îraqê Tehsîn Xefacî diyar kir ku ew girtiyên DAIŞî yên ku ji Sûriyeyê birine Îraqê bi temamî girêdayî yasayên Îraqê ne.

Xefacî tekez kir ku biryara mayîna wan a li welêt an radestkirina wan a ji bo welatên din bi temamî di destê "biryarderan" de ye.

Tehsîn Xefacî di hevpeyvîneke taybet a bi Rûdawê re de li ser rewşa yasayî û ewlehiyê ya girtiyên ku ji Sûriyeyê anîne agahiyên berfireh dan.

“Zêdetirî 5 hezar DAIŞî hatin wergirtin”

Xefacî da zanîn ku hejmara endamên rêxistinê yên ku ji Sûriyeyê veguhastine Îraqê 5 hezarî derbas kiriye.

Xefacî her wiha got ku ev pêvajo bi hevahengiyeke tam a bi Koalîsyona Navneteweyî û aliyên pêwendîdar re tê birêvebirin.

Xefacî wiha pê de çû, “Yekîneyên me yên ewlehî û îstixbaratê ji bo temamkirina vê dosyeyê bê navber dixebitin.”

Xefacî da zanîn ku girtî li navendên taybet ên ewle tên girtin û wiha axivî:

“Bi hevahengiya dadweriya Îraqê re pêvajoyên lêpirsîn û komkirina agahiyan hatin destpêkirin.

Her tişt di çarçoveya yasayî û ewlehiyê de dimeşe.”

“Yên destê wan di xwîna Îraqiyan de hebe dê hesab bidin”

Xefacî diyar kir ku di nav girtiyan de hem welatiyên Îraqê hem jî yên welatên din hene.

Berdevk tekez kir ku pêşaniya hebûna DAIŞiyan a li Îraqê "lêpirsîn" e û ev hişyarî da:

“Kî dibe bila bibe, eger were isbatkirin ku xwîna Îraqiyan rijandiye, ew dê li gorî yasayên Îraqê were darizandin.

Lêpirsîn spartine delîl û rastiyên hûrgilî. Niha piranî di bin çavdêriya yasayên Îraqê de ne û beriya pêvajoya darizandinê lêpirsîn temam dibin.”

Xefacî anî zimên ku plana sereke ya niha ew e ku darizandin li Îraqê bên kirin û tê çaverêkirin ku cîbicîkirina hukman jî li nav welêt be.

Hevahengiya radestkirinê ya bi welatan re

Xefacî li ser endamên DAIŞê yên biyanî jî diyar kir ku pêwendiyên wan ên bi welatan re didomin û got:

“Em bi wan welatan re ku welatiyên wan tevlî terorê bûne, bi rêya kanalên fermî û li ser bingeha zanyariyên ku bi Koalîsyona Navneteweyî re parve kirine, di nav hevahengiyê de ne.”

Hevkariya “asta bilind” a bi Pêşmergeyan re

Xefacî behsa hevahengiya leşkerî ya di navbera hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê de jî kir û hevkariya bi Hêzên Pêşmergeyan re wekî “asteke gelekî pêşketî” pênase kir.

Xefacî bi bîr anî ku ev hevahengî ne nû ye û wiha got:

“Nûnerên Pêşmergeyan di Fermandariya Operasyonên Hevbeş de cih digirin.

Di navbera Wezareta Parastinê, Wezareta Pêşmergeyan û yekîneyên îstixbaratê de serdan û civînên dualî tên kirin.

Ev hevkarî, parvekirina daneyan û bi taybetî şopandina ewlehiya sînor a li aliyê Sûriyeyê jî li xwe digire.

Bi saya hevahengiya heyî, li sînorên me an jî di ewlehiya Herêma Kurdistanê de ti metirsî nîne.”