Li Mûsilê baregehên Heşdî Şebiyê hatin bombebarankirin

Hewlêr (Rûdaw) - Baregehên Heşdî Şebiyê yên li bajarê Mûsilê hatin bombebarankirin.

Li gorî gotina Serokê Komîteya Ewlehiyê ya Meclisa Parêzgeha Nînovayê, bombebaran bi balafiran hatiye kirin.

Serokê Komîteya Ewlehiyê ya Meclisa Parêzgeha Nînovayê Mihemed Kakeyî li ser mijarê ji Rûdawê re axivî:

Mihemed Kakeyî got, "Bombebaranê baregehên Heşdî Şebiyê yên li navçeya Reşîdiyeyê kirin armanc lê zerer û ziyan nayên zanîn."

Mihemed Kakeyî her wiha diyar kir, "Êriş bi rêya balafiran hatine kirin."

Amerîkayê tohmetbar dikin

Di nava hefteya borî de çend caran baregehên lîwayên 30 û 50yî yên Heşdî Şebiyê yên li Nînovayê hatin bombebarankirin.

Komên çekdar, artêşa Amerîkayê ji ber van bombebaranan tohmetbar dikin.