Li Besreyê êrişî 2 keştiyên petrolê hat kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li nav ava herêmî ya Îraqê ya nêzîkî Bendera Besreyê êrişî 2 tankerên petrolê hat kirin.
Li gorî medyaya xwecihî ya Îraqê, di encama êrişê de li ser yek ji wan tankeran şewateke mezin derket.
Dîmenên ku tê îdiakirin ên dema şewatê ne, li ser torên civakî hatin belavkirin.
Hat ragihandin ku keştiyeke Îraqê çûye cihê bûyerê û heta niha nêzîkî 20 karmen ji nav keştiya ku dişewite, rizgar kirine.
Heta niha nehatiye zanîn ka kîjan alî êrişê pêk aniye.
Rayedarên Îraqê derbarê bûyerê hîn ti daxuyanî nedane.