Hilbijartina Serokkomariya Îraqê derbasî gera duyem bû
Hewlêr (Rûdaw) - Gera yekem a hilbijartina serokkomariya Îraqê hat kirin. Ti namzedî nekarî dengên pêwîst bi dest bixe û hilbijartin ma gera duyem.
Li gorî Destûra Îraqê, ji bo ku kesek bibe serokkomar pêwîstiya wî bi dengên du ji sêyên parlamenteran ango 220 dengî heye.
Beriya ku gera yekem a hilbijartinê li parlamentoyê dest pê bike, Letîf Reşîd û Aso Fereydûn ji namzediya postê serokkomariyê vekişiyan û PDK jî beşdarî dengdanê nebû.
Dengên namzedan
Di rûniştinê de 252 parlamenter amade bûn û dengên xwe dan.
Dengên namzedan bi vî rengî bûn:
Nizar Amêdî (YNK): 208 deng
Musenna Emîn 17 deng
Fûad Husên (PDK): 16 deng
Dengên betal: 9 deng
Ebdula Elyawayî: 2 deng
Bafil Talebanî: Bê guman dê were hilbijartin
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî jî di nav eywana parlamentoyê de amade bû.
Nûçegihanê Rûdawê yê li Bexdayê Helkewt Ezîz pirsek ji Bafil Talebanî kir.
Helkewt Ezîz ji Bafil Talebanî pirsî ka dê postê serokkomariyê di berjewendiya YNKyê de be yan na. Talebanî di bersiva xwe de got, "Bê guman dê were hilbijartin."
Di rûniştinê de parlamenterên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û yên Hevpeymaniya Dewleta Yasayê ya bi serokatiya Nûrî Malikî amade nebûn.
Pêşbazî di navbera du namzedan de ye
Çend xulekan piştî bidawîbûna gera yekem, zengilê parlamentoyê hat lêdan da ku parlamenter ji bo gera duyem a dengdanê derbasî hundir bibin.
Li gorî Destûra Îraqê, eger di gera yekem de ti namzedek dengên pêwîst bi dest nexe dê pêşbazî di navbera her du namzedên ku herî zêde deng standine de bê kirin.
Di gera duyem de kîjan namzed herî zêde dengan bi dest bixe, ew dê bibe serokkomar.
Li gorî encamên destpêkê û hejmara dengan, Nizar Amêdî û Musenna Emîn ji bo gera duyem wekî namzedên serokkomariyê man.