Nizar Amêdî bû Serokkomarê Îraqê

20 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Deriyê Sêmalkayê Sûriye Rojavayê Kurdistanê Nizar Amêdî Serokkomarî Îraqê Hilbijartina Serokkomariyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Namzedê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Nizar Amêdî wekî Serokkomarê Îraqê hat hilbijartin.

Nizar Amêdî di gera duyem a hilbijartinên li parlamentoyê de piraniya dengan bi dest xist.

Her wiha Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) beşdarî dengdanê nebû.

Di gera yekem a hilbijartinên Serokkomariya Îraqê de ti namzedî nekarî dengên pêwîst ango 220 dengî bi dest bixe.

Ji ber vê yekê hilbijartin ma gera duyem.

Hilbijartin ma gera duyem

Li gorî encamên gera yekem, Nizar Amêdî û Musena Emîn ji bo gera duyem wekî namzedên serokkomariyê man.

Nizar Amêdî di vê gerê de piraniya dengan bi dest xist û bû Serokkomarê Îraqê.

Hejmara dengan

Dengên ku her du namzedan bi dest xistine bi vî rengî ne:

Nizar Amêdî: 227 deng
Musena Emîn: 15 deng
Dengên betal: 7 deng

Di gera duyem a hilbijartina serokkomariyê ya li parlamentoyê de 249 parlamenter amade bûn.

Di gera yekem de 252 parlamenter ji bo dengdanê amade bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst