Sûdanî Nizar Amêdî pîroz kir

21 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Nizar Amêdî YNK Mihemed Şiya Sûdanî Serokkomarê Îraqê Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji ber ku wekî Serokkomarê nû yê Îraqê hat hilbijartin Nizar Mihemed Seîd Amêdî pîroz kir.

Sûdanî ragihand ku ev gav dê pêvajoya demokrasî û destûrî ya li welêt xurttir bike.

Namzedê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Nizar Amêdî wekî Serokkomarê Îraqê hat hilbijartin.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li ser hilbijartina Nizar Amêdî ya wekî Serokkomarê Îraqê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Sûdanî got, "Em ji ber ku ji aliyê Parlamentoyê ve wekî Serokkomar hat hilbijartin pîrozbahiyeke germ li Birêz Nizar Mihemed Seîd Amêdî dikin.

Ev gav ji bo xurtkirina pêvajoya berdewam a demokrasiyê û temamkirina rêkarên destûrî gaveke girîng e.

Her wiha rêzgirtina li îradeya gel e ku di hilbijartinan de nîşan daye."

Pêkanîna hikûmeteke xurt

Serokwezîrê Îraqê destnîşan kir ku ew piştî vê gavê li benda temamkirina erka diyarker in.

Sûdanî diyar kir ku ev erk pêkanîna hikûmeteke hevpeymaniyê ya xurt e ku li ser bingehên niştimanî û destûrî hatiye avakirin.

Sûdanî her wiha anî zimên, "Divê hikûmeta nû karên bipêşketin û avedankirinê temam bike û pêgeha navneteweyî ya Îraqê biçespîne.

Her wiha divê rûbirûyî astengiyên navxweyî bibe, ji wan jî sepandina desthilata dewletê û komkirina çekan di destê dewletê de ye."

Spasiya Parlamentoyê û aliyên siyasî kir

Sûdanî di beşeke din a peyama xwe de spasiya Serokatiya Parlamentoyê, parlamenteran û hemû hêzên siyasî kir ku beşdarî "vê destkeftê" bûne.

Sûdanî her wiha pesnê rola Encûmena Bilind a Dadweriyê da ku demên destûrî parastine û rêz li wan demên ku destûrê diyar kirine girtiye.

Serokwezîrê Îraqê di dawiya peyama xwe de ji bo xizmetkirina Îraqê û hemû pêkhateyên wê ji her kesî re serkeftin xwest.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst