Hewlêr (Rûdaw) - PDKyê ragihand ku ew dê bi Nizar Amêdî re dan û standinê nekin ku wekî serokkomarê Îraqê hatiye hilbijatin.
Namzedê YNKyê Nizar Amêdî îro wekî serokkomarê Îraqê hat hilbijartin.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) derbarê şêwazê hilbijartina Serokkomarê Îraqê daxuyaniyek belav kir û ew şêwazê hilbijartinê red kir.
PDKyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ew wî kesê ku bi vî awayî hatiye diyarkirin wekî nûnerê piraniya Kurdistanê nabînin û ew dê pê re dan û standinê nekin.
"Pêvajoya hilbijartinê li derveyî peyrewê bû"
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêvajoya hilbijartina Serokkomarê Îraqê li derveyî peyrewa navxweyî ya Parlamentoya Îraqê hat lidarxistin.
PDKyê bal kişand ser binpêkirina qanûnê û got, "Serokatiya Parlamentoyê bêyî ku guh bide peyrewa navxweyî ya encumenê, bernameya civînê diyar kir û ev jî binpêkirina qanûnê ye."
"Posta Serokkomariyê mafê gelê Kurdistanê ye"
PDKyê derbarê namzedkirina Nizar Amêdî bertek nîşan da û got:
"Ew berbijêrê ku ji bo posta Serokkomariyê hatibû diyarkirin, li derveyî mekanîzmaya Kurdistanî bû.
Di demekê de ku ev post mafê gelê Kurdistanê ye, ne yê partiyekê ye.
Lê belê ev berbijêr ji bo vê postê ji aliyê partiyekê ve hat diyarkirin û çend aliyên pêkhateyên din ên Îraqê ew pesend kirin."
"Fraksiyonên me vedigerin Herêma Kurdistanê"
PDKyê destnîşan kir ku piştî ku wan rûniştina parlamentoyê boykot kir, divabû navê berbijêrê wan ji pêvajoya hilbijartina Serokkomarê Îraqê bihata derxistin.
Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bo nirxandina rewşê û şêwirdariyê, her du fraksiyonên PDKyê vedigerin Herêma Kurdistanê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse