Hewlêr (Rûdaw)- Hêzên ewlehiyê yên Iraqê li bakurê bajarê Tikrîtê yê parêzgeha Selahedînê pêşve çûn û 2 gund ji çekdarên DAIŞê sitandin.
Qeymeqamê Tikrîtê, Umer Tariq Şinduh ji Rûdawê re ragihand: “Hêzên ewlehiyê li bakurê Tikrîtê pêşve çûn û herdu gundên Mehzim û Xinik ji destê çekdarên DAIŞê sitendin.”
Umer Tariq Şinduh wiha got: “Hêzên Iraqê xwe amade dikin da ku bajarê Bêcî derdora wê ji destê DAIŞê derxînin û dorpêçiya li ser parzûngeha wî bajarî rakin.”
Herwiha Şinduh wiha domand: “Hêzên piştevaniyê berdewam bo wê deverê tên şandin. Herwiha hêzên ewlehiyê li ser Çiyayê Hemrînê bersiva êrişên DAIŞê dan.”
Bajarê Tikrîtê ligel Mûsilê havîna par ketibû destê DAIŞê de, lê beriya zêdetirî mehekê ew bajêr ji aliyê hêzên Iraqê û hêza Heşdul Şeibî ya şîe ve hat katibû kontrolkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse