Bexda (Rûdaw) – Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr li ser rewşa Iraqê hişyarî da û ragihand, ku “rewş pir xeter e.” Sedr got: “Ez ji bo kursî welat nafiroşim, ji bo desthilat jî gel nafiroşim. Ji bo min Iraq giring e û post jî li cem min ji hirîna bizinê bêbûhatir e.”
Muqteda Sedr derbarê geşedanên dawîn ên derbarê hilbijartinên Iraqê de bi awayeke helbest peyamek belav kir û got: “Ez hevkarê Iraqê bûm. Li gel Xwedê, Iraqê jî hevkariya min kir. Çaksazî bisekeft û ev yek jî îdarye gel e.”
Sedr li ser rewşa aloz hişyarî da û diyar kir: “Lê ne bi vî awayî ku firoşkarên sereke yên Iraqê xwestin şerekî navxwe bidin destpêkirin. Nexêr ez di nav vî şerî de ne aliyek im. Tenê min got post û destkeftan bibin û welat jî ji bo min bihêlin.”
Di berdewama peyama xwe de Sedr got: “Ez ji bo kursî welat nafiroşim, ji bo desthilat jî gel nafiroşim. Ji bo min Iraq giring e û post jî li cem min ji hirîna bizinê bêbûhatir e.”
Di peyama xwe de Rêberê Tevgera Sedr li hember rewşa siyasî, ewlekarî û aborî ya Iraqê bêzariya xwe nîşand a û da xuyakirin: “Iraq tejî hejar, stemlêkirî, sêwî, birîndar, jinebî, pîremêr û pêkeftî ye. Iraqî bêav, elektrîk, bêçandinî, pişesazî ye û herwiha bêyî binesaziya aborî, xizmetguzarî, jîngeheke pak e. Sînorên wî neparastî ne, dijmin bi keyfa xwe ji hemû aliyan çav berdane. Heta niha jî mohra Beesiyan û stema dîktatoriyê li ser Iraqiyan diyar e. Êdî bes e pozberiya li ser kursî, post, destkeft, hejmûn û desthilatê.”
Sedr di peyama xwe de van pirsan dike: “Ma niha dema sekinandina dagirkerî, serweriya hêzên derve, bombekirin, teqandin û terora wan nehatiye? Dewşa ku sindoqên dengdanê bişewitînin û hilbijartinan dubare bikin, ma dem nehatiye em ji bo avakirinê yek bin? Dewşa ku em çekan bibin li mizgeft û huseyniyan veşêrin, ma dem nehatiye çekên xwe daynin û radestê dewletê bikin? Ma dem nehatiye serwet û mafên xwe biparêzin û bi erkên xwe yên nîştîmanî rabin? Heta kengî dê Iraq di nav tirs, nebûn û wêraniyê de bimîne? Heta kengî em ê li hember îradeya biryaniyan rezîl û riswa bin, kîne ew ên li derveyî sînoran?”
Hêjayê gotinê ye, ku di hilbijartinên 12ê Gulanê yên Parlamentoya Iraqê de Hevpeymaniya Saîrûn a bi serokatiya Muqteda Sedr li seranserê Iraqê dengên herî zêde bidestxist.
Piştî ku Parlamentoya Iraqê biryar da hemû deng bi dest werin hejmartin, duh wate roja 10ê Hezîranê, agir bi kogeha dengan a Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê ya li Bexdayê ket û vê yekê jî qeyrana hilbijartinan kurtir kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse