Piştî kontrolkirina Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve, bajar rastî gelek karesatên mirovî û jîngehê hat, zarok jî ji vê karesatê bêpar neman û hinek ji wan bê bav man. Piraniya zarokên ku bê bav mane, di temenê biçûk de berpirsyariya xwedîkirina malbatên xwe girtine ser milê xwe.
Hemze Mihemed ê 12 salî ji Rûdawê re got, "Ez di pola pêncemîn a dibistana seretayî de me. Demek dirêj e dixebitim. Dema min dest bi xebatê kir 7-8 salî bûm. Ez ji bo ku alîkariya malbata xwe bikim, kirê ya xwe bidim û debara xwe bikim karê rûnguherînê dikim. Em malbateke 10 kesî ne. Dahata min ya rojane ji 6000 dînarên Iraqî derbas nabe. Bavê min dema ku ez 6 salî bûm hat kuştin.”
Diya Hemze Sekîne Mihemed dibêje, “Berî ku Mûsil rastî vê karesatê were, hevjînê min karê rûnguherîna otomobîlan dikir û debara malbata me baş dikir. Lê mixabin di dema rizgarkirina Mûsilê de di sala 2016an de, hevjînê min li taxa me rastî êrişa firokeyan hat, ew û birayê xwe şehîd bûn.”
Mûsil li bakurê rojavayê Iraqê ye û ji aliyê nifûsê ve duyemîn bajarê herî mezin e, pêkhateyên wek Ereb, Kurd, Tirkmen, Mesîhî û Kurdên Êzidî tê de dijîn.