Îraq û Îranê peymaneke ewlehiyê îmze kir

Hewlêr (Rûdaw) – Îraq û Îranê bi amadebûna Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê û Sekreterê Giştî yê Encûmena Ewlehiya Niştimanî ya Îranê peymaneke ewlehiyê îmze kir.

Peyman taybet e bi hevahengiya ewlehiyê ya li ser sînoran.

Nivîsîngeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê di daxuyaniyekê de belav kir ku Mihemed Şiya Sudanî bi germî pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Encûmena Ewlehiya Niştimanî ya Îranê Elî Larîcanî û şandeya pê re kir.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de Serokwezîrê Îraqê tekezî li ser “hewldanên berdewam ên Îraqê ji bo bipêşxistina pêwendiyên bi Komara Îslamî ya Îranê re û bihêzkirina hevpariya di war û astên cuda de kiriye.”

Serokwezîrê Îraqê serpereştiya îmzekirina peymaneke têgihiştinê ya ewlehiyê di navbera Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê û Elî Larîcanî de kir “ku taybet e bi hevahengiya ewlehiyê ya li ser sînorên hevbeş ên di navbera her du welatan de.”

Sudanî ragihand ku helwesta Îraqê ya li hemberî êrişên berê yên Îsraîlê yên li Îranê “neguhêr û bingehîn” e û piştgiriya Îraqê ji bo gotûbêjên Îran û Amerîkayê ducare kir.

Nivîsîngeha Serokwezîrê Îraqê ragihand:

“Larîcanî tekezî li ser xwesteka hikûmeta xwe ya ji bo bipêşxistin û berdewamiya pêwendiyan di warên cuda de kir, bi taybetî girêdana xeta hesinî ya di navbera her du welatan de ji bo veguhastina ziyaretkar û geştyaran, her wiha girêdana bi Rêya Bipêşketinê re.”

Ev ne cara yekem e ku Îraq û Îran rêkeftin û peymanên ewlehiyê îmze dikin.

19ê Adara 2023an li Bexdayê, Îraq û Îranê peymaneke ewlehiyê ya hevbeş îmze kiribû ku ji aliyê Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê Qasim Erecî û Sekreterê wê demê yê Encûmena Ewlehiya Niştimanî ya Îranê Elî Şemxanî ve hatibû îmzekirin.

Wê peymanê hevahengiya di warê parastina sînorên hevbeş ê di navbera her du welatan de li xwe digirt.