Derbarê parlamenterên kurd de biryareke nû

11-10-2017
RÛDAW
Nîşan Referandum Serxwebûn Kurdistan Dadgeha Bilind a Iraqê Parlamenter Kurd
A+ A-

Bexda (Rûdaw) – Dadgeha Bilind a Iraqê dosya ji bo dûrxistina 10 parlamenterên kurd ji parlamentoya Iraqê hatî amadekirin, red kir.


Dadgeha Bilind a Iraqê bersiva daxwaza  parlamentoya Iraqê ya derbarê wergirtina mafê parlemanteriyê ji wan kesên ku beşdarî di giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê de kirine da.


Bi hêceta ku parlamenterên kurd ên endamên Parlamentoya Iraqê di giştpirsiya 25ê îlonê ya sexwebûna Kurdistanê dengê xwe bikar anîne ji Dadgeha Bilind a Iraqê hatibû xwestin ku ew jî karên xwe bêne dûrxistin.


Dadgeha Bilind a Iraqê bersiva vê daxwaza parlamentoya Iraqê da û diyar kir ku ew ne ji desthilatên wê dadgehê ye û ew daxwaz red kir.


Derbarê wê yekê de pisporê yasayî Tariq Herb ragihand parlamantoya Iraqê nikare ji ber beşdarîkirin di giştpirsiyê de mafê parlamanteriyê ji ti parlemanterekî/ê werbigre.


Parlamentoya Iraqê beriya civiya bû û rê nedabû parlamenterên kurd bikevin hola parlamentoyê û ji wan re gotibûn vegerin Kurdistanê.

 

Serokê Parlamentoyê û Hevpeymaniya Nîştîmanî ya şîeyan ji ber dengdana giştpirsiyê daxwaz dikin, ku parêzbendiya yasayî ji parlamenterên kurd were wergirtin.


Roja 25ê Îlonê Hikûmeta Herêma Kurdistanê referandumek bo serxwebûna Herêma Kurdistanê encam da, ku li gorî encamên fermî nêzîkî %93ê xelkê bi dengê “Belê” piştgiriya xwe bo serxwebûnê nîşan dan.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst