Fraksiyonên Kurdistanî: Êrişên li ser Herêma Kurdistanê şiyana dewletê dixin bin gumanê

3 demjimêr berê
Fraksiyonên Kurdistanî daxuyanî da/ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Fraksiyonên Kurdistanî daxuyanî da/ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Fraksiyonên Kurdistanî Êriş Daxuyanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fraksiyonên Kurdistanî yên li Parlamentoya Îraqê li ser zêdebûna êrişên bi mûşek û dronan ên li ser Herêma Kurdistanê hişyarî da.

Wan ragihand ku bêdengiya hikûmeta federal a Îraqê û berdewamiya êrişan li ser aramiya tevahiya gefeke rasterast e Îraqê.

Berê sibeha îro (pêncşem/12ê Adara 2026an) fraksiyonên Kurdistanî li Bexdayê konferanseke rojnamegeriyê ya hevbeş li dar xist.

Wan li hemberî wan êrişên ku binesaziya aborî û niştecihên Herêma Kurdistanê dikin hedef daxuyaniyeke tund belav kir.

Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Şaxewan Ebdulah, daxuyanî li ser navê fraksiyonên Kurdistanî xwend.

Wî amaje pê kir ku li gorî agahiyên ewlehiyê, piraniya van êrişan ji wan herêman tên kirin ku hêzên ewlehî û leşkerî yên hikûmeta federal li wan bi cih bûne û got:

"Ev yek guman û dilgiraniyeke zêde li ser hebûna komên çekdar ên bêdîsiplîn û deryasayî çêdike ku li derveyî desthilata dewletê ne lê di bin çavdêriya herêmên federal de êrişan dikin."

Fraksiyonên Kurdistanî dilgiraniya xwe anî zimên ku êriş ji aliyê amar û cografyayê ve berfirehtir bûne.

Fraksiyonan diyar kir ku “Niha bi eşkereyî malên sivîlan û navendên aborî tên armanckirin ku di encamê de hinek welatî şehîd û birîndar bûne û zerereke mezin a madî gihîştî binesaziya Herêma Kurdistanê.”

Rexneyên li hikûmeta federal

Di beşeke din a daxuyaniyê de rexneyên tund li hikûmeta federal hatin girtin ku heta niha ti pêngava bibandor ji bo cezakirina wan aliyên li pişt êrişan in neavêtiye.

Her wiha hat gotin ku helwesta Parlamentoya Îraqê jî ne di asta pêwîst de ye û bi zelalî behsa wan metirsiyên li ser Herêma Kurdistanê nekiriye.

Daxwazên nûnerên Kurd

Nûnerên Kurdistanê yên li Parlamentoya Îraqê daxwaz kir ku ji bo lêkolîn û dîtina rastiyan komîteyeke taybet were avakirin.

Wan xwest ku aliyên berpirsiyar û encamderên êrişan werin diyarkirin û li gorî yasayan werin darizandin.

Her wiha hat xwestin ku hikûmeta Îraqê, berpirsiyariya parastina ewlehiya Herêma Kurdistanê jî wekî beşek ji ewlehiya Îraqê bi cih bîne.

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku berdewamiya vê rewşê li ser "şiyana dewletê ya ji bo sepandina yasa û parastina welatiyan gumaneke cidî çêdike."

Hat gotin ku êdî nayê qebûlkirin Herêma Kurdistanê bibe qurbaniya hevrikiyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst