Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Enbarê ya Îraqê 20 çekdarên Heşdî Şebiyê hatin kuştin.
Çavkaniyeke ewlehiyê ya Îraqî ragihand ku di êrişeke asmanî ya li ser baregeheke Heşdî Şebiyê ya li qezaya Qaimê ya li rojavayê Enbarê de 20 çekdar hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.
Li gorî agahiyan, êrişê baregeheke Heşdî Şebiyê ya li sînorê qezaya Qaimê kiriye hedef.
Ew qeza navçeyeke stratejîk e û hevsînorê Sûriyeyê ye.
Di nava çend rojên borî de deverên rojavayê parêzgeha Enbarê rûbirûyî rêzeêrişên bi vî rengî bûne.
Di van êrişan de gelek pêgehên Heşdî Şebiyê hatine bombebarankirin.
Divê were gotin ku şeva borî li Kerkûkê jî 4 çekdarên Heşdî Şebiyê hatibûn kuştin.
#BILEZ - Li Qaimê (Enbar-Îraq) di êrişeke asmanî de 20 çekdarên Heşdî Şebiyê hatin kuştin û bi dehan çekdar birîndar bûn pic.twitter.com/8Ku4kaFMXr
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 12, 2026
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse