BEXDA - Baregeha Heşdî Şebiyê hat bombebarankirin
Hewlêr (Rûdaw) – Baregeha Heşdî Şebî ya li Kampa Seqirê hat bomberankirin.
Berpirsekî Heşdî Şebiyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku beriya niha bi demeke kêm, Kampa Seqir a li Bexdayê çend caran hat bombebarankirin.
Li gorî gotina wî Heşdî Şebiyê tîm çûne cihê bombebaranê û ti zanyarî li ser hejmara mirî û birîndaran û zererên êrişê nînin.
Çavkaniyekî ji Heşdî Şebiyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, berê êvara îro çend caran bi balafira şer Kampa Seqir a li Bexdayê hatiye bombebarankirin.
Li aliyê din çavkaniyeke ji Rûdawê got, "Di bombebaranê de ji bilî ziyana madî, ti ziyanên canî nebûne ji ber ku kamp berê hatibû valakirin."
Kampa Seqir a li Bexdayê, hêzên navxwe, polîsê federal û Heşdî Şebî lê bi cih bûbûn.
Serokê Şaneya Ragihandina Emnî ya Îraqê Seed Meen ji Rûdawê re ragihand, êrişek li ser baregeheke leşkerî ya hêzên artêşa Îraqê ya li Mexmûrê hatiye kirinrd.
Seed Meen derbarê şêwaz û cihê armancgirtinê de, got, "Êriş bi rêya drona bêfirokevan ve hatiye kirin û bi taybetî jî li dijî Ketîbeya Endezyarî ya ser bi Firqeya 14an a artêşê hatiye kirin û ti ziyaneke canî nebûye."
#VÎDEO - Li Bexdaya paytexta Îraqê Baregeha Seqirê ya Heşdî Şebiyê bi balafiran hat bombebarankirin pic.twitter.com/uWLHdnGcrx
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 12, 2026