Parêzgarê Musena: Goreke bi kom hat dîtin û hemû Kurd in
Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Musena ya li başûrê Iraqê goreke bi kom hat dîtin û hemû rufatên welatiyên Kurd in.
Parêzgarê Musena Ehmed Menfî Cewdet ragihand ku goreke bi kom a ji serdema desthilata Beesê li biyabanekê hatiye dîtin û eşkere kir: “Hemû qurbaniyên têde, birayên me yên Kurd in.”
Desthilata Beesê di navbera Sibat û Îlona 1988an de bi heşt qonaxan proseyeke nû ya komkujiya Kurdan bi navê Enfalê kiribû û 182 hezar kes winda bûbûn.