Îraqê bersiv da: Gelo li Îraqê baregeha Îsraîlê heye?
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Parastinê ya Îraqê Tehsîn Xefacî ragihand ku li çolên Îraqê ti baregeha leşkerî ya Îsraîlê nîne.
Tehsîn Xefacî her wiha eşkere kir ku li devera Nuxêbê ya di navbera Kerbela û Nefefê de hinek leşker hatine dîtin ku bi “Erebiyeke şikestî” diaxivîn.
Birêvebirê Ragihandinê yê Wezareta Parastinê ya Îraqê Lîwa Tehsîn Xefacî îro li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.
Tehsîn Xefacî ragihand ku nîvroya îro şandeke bilind a leşkerî çûye çola Nuxêbê.
Di nav wê şandeyê de Serokerkanê Giştî, Birêvebirê Îstixbaratê û Fermandarê Hêzên Bejahî hebûn.
Ev serdan piştî wan nûçeyan hat kirin ku digotin li wê deverê baregeheke Îsraîlê heye.
Bûyereke bi guman a adarê
Lîwa Tehsîn Xefacî hûrgiliyên bûyereke bi guman a li wê herêmê parve kirin û got:
“3yê Adara îsal, agahî gihîştin me ku çend çekdar hatine dîtin û ew bi Erebiyeke natemam diaxivîn.
4ê Adarê dema ku hêzên Operasyona Kerbelayê ber bi wî cihî ve çûn, ji asman ve hatin bombebaran kirin.
Di encamê de serbazekî me şehîd bû û du serbazên din jî birîndar bûn.”
Xefacî di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir:
“5ê Adarê hêzên me vegeriyan heman cihî lê me ti tişt neditît.
Dibe ku ji ber nakokiyên di navbera Îran, Amerîka û Îsraîlê de hêzeke biçûk li wir bûbe lê teqez ti baregeha leşkerî li wê herêmê nîne.”
“Ti şûnwarên leşkerî lê nînin”
Birêvebirê Ragihandinê yê Wezareta Parastinê ew îdiayên hebûna baregehê red kirin û got:
“Li wir ne baregeh, ne balafirgeh û ne jî ti nîşana karên îdarî yan leşkerî heye.
Tiştê ku me dît tenê çoleke ziwa bû, wekî hemû çolên din.”
Xefacî li ser nasnameya wê hêza ku meha Adarê li serbazên Îraqê dabû jî got ku êriş ji asman ve hatiye û wan bi temamî nizanibûye balafira kê ye.
Çi bûbû?
Rojnameya Wall Street Journalê 9ê Gulana 2026an ragihandibû ku Îsraîlê ji bo piştgirîkirina êrişên li ser Îranê, li devera Nuxêbê baregeheke veşartî ava kiriye.
Devera Nuxêbê li başûrrojavayê parêzgeha Enbarê ye.
Ev der di navbera parêzgehên Enbar û Necefê de wekî herêmeke bi nakok tê dîtin.
Ji ber cihê wê yê stratejîk, di salên borî de gelek caran bûye mijara nîqaşên ewlehiyê.