Hewlêr (Rûdaw)- Hikûmeta Misrê dixwaze di navbera aliyên siyasî yên Iraqê de navbeynkariyê bike.
Li gor nûçeya rojnameya el-Heyat a erebî, wezîrê derve yê Misrê Samih Şukrî ku duh gihiştibû Bexdayê, pêşniyar kiriye ku kongreyek bi amadebûna aliyên krîza Iraqê û bi çavdêriyeke erebî û navdewletî bê lidarxistin.
Samih Şukrî duh li Bexdayê ligel serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî û cîgirê wî Hisên Şehristanî ku niha karûbarên wezareta derve li şûna Hoşyar Zêbarî birêvedibe, civiye.
Rojanmeyê li ser zarê çavkaniyeke hikûmî veguhestiye ku wezîrê derve yê Misrê pêşniyar kiriye ku kongreyek bi amadebûna aliyên krîza Iraqê û bi çavdêriyeke erebî û navdewletî bê lidarxistin.
Çavkaniyê behsa bersiva hikûmeta Iraqê ji bo wê pêşniyarê nekir, lê got ku “Bexda pêşwaziya her roleke misrî dike ji bo yekxistina hewlên li dijî terorê”.
Şehristanî di kongreyeke rojnamevaniyê de ligel Samih Şukrî ragihand ku “Iraq û Sûriyê bi taybet rastî êrîşa terorîstan tên û divê hemû hewlên erebî û îslamî li dijî wê êrîşê rawestin”.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse