FLAŞ – Hêzên Amerîkî çûne Geyare

Geyare (Rûdaw) – Artêşa Iraqê bi armanca rizgarkirina navçeya Geyare ya Mûsilê operasyonê dike. Hate zanîn ku şevê din hêzekî taybet ê Amerîkî gehiştiye Firokexaneya Geyareyê.  

 

 

Peyamnêrê Rûdawê Hêvîdar Ehmed li nêvîkê navçeya Geyare ragihand ku operasyona kontrolkirina Geyare berdewam dike û Artêşa Iraqê bi hevkariya firokeyên şer ên hevpeymanan êrîşê dibe ser çekdarên DAIŞê.

 

Ehmed wiha behsa rewşa dawî kir:

 

“Firokeyên hevpeymanan bi berdewamî çeperên DAIŞê yên li nava navçeyê bombebaran dikin. Rêxistina DAIŞê jî çekên xwe yên giran li navenda bavçeyê bicîh kiriye. Çekdarên DAIŞê ji bo nebin hedefê firokeyan bîrên petrol dişewitînin.”

 

Peyamnnêrê me da zanîn ku şevê din hêzek leşkerên Amerîkayê gehiştine Firokexaneya Geyare.

 

Fermandarê Kurd ê Artêşa Iraqê Raid Emîn Şêxanî ji Rûdawê re axivî û got ku piştî kontrolkirina Firokexaneya Geyareyê moral û wêrekiya çekdarên DAIŞê şikestiye û şiyana wan a şer nemaye.

 

Şêxanî da zanîn ku di şerê Geyare de gelek çekdarên DAIŞê hatine kuştin û niha yên mane jî piranî çekdarên biyanî ne.

 

Navçeya Geyare mezintirîn navçeya Iraqê ye û dikeve 60 km başûrê Mûsilê. Beriya şerê DAIŞê hejmara şêniyên navçeyê 250 hezar kes bûn.

 

Di hefteya yekem a Tîrmehê de Firokexaneya Geyare ji aliyê Artêşa Iraqê ve hate rizgarkirin. Artêş dixwaze vê firokexaneyê bike navenda koordînasyona operasyona Mûsilê.

 

Herwiha bi kontrolkirina navçeya Geyare, pêwendiya Mûsilê bi bajar û navçeyên din ên Iraqê re tên birîn.