GEYARA – Artêşa Iraqê gundek mezin kontrol kir (HAT NÛKIRIN)

Geyara (Rûdaw) – Artêşa Iraqê li başûrê navçeya Geyara gundê Îmam kontrol kir.

 

Seet 8:00ê sere sibê (12-08-2016) Artêşa Iraqê ji bo kontrolkirina gundê Îmam ê başûrê navçeya Geyara dest bi operasyonek berfireh kir.

 

Efserê Artêşa Iraqê Emîn Şêxanî ji Rûdawê re ragihand ku bi hevkariya firokeyên şer ên hevpeymaniya navdewletî, lîwaya 72 û 37ê artêşê, dest bi êrîşê kirine.

 

Şêxanî diyar kir ku çekdarên DAIŞê di nav gun de 3 otomobîlên bombebarkirî amade kiribûn da ku di hêzên artêşê de biteqînin lê firokeyan ew otomobîl jinav birine.

 

Fermandarê Artêşa Iraqê herwiha daxuyand ku çekdarên DAIŞê di pevçûnan de xwe ranagrin û tîmên pûçkirina bombeyan ên artêşê jî ketine nav gund de.

 

Li gor gotina Şêxanî nêzîkê hezar mal di gundê Îmam de hene û gundek mezin e.

 

Gundê Îmam ji Hezîrana 2014ê ve di destê DAIŞê de ye.

 

Roja 18ê Hezîranê, Artêşa ıraqê dest bi pêvajoya operasyona rizgarkirina navçeyên Geyara û Şergatê kir.

 

Artêşa Iraqê di 3ê Tîrmehê de bi operasyonekê Firokexaneya Geyare kontrol kiribû. Herwiha artêşê gundên Mahelê, Hesriye û Kerame rizgarkiribû û gihiştibû pira Geyare.

 

Navçeya Geyara yek ji mezintirîn navçeya Iraqê ye û 60 km li başûrê bajarê Mûsilê ye. Beriya dagirkirina DAIŞê hejmara şêniyên vê navçeyê 250 hezar kes bûn.