Rêjeya beşdariya hilbijartinan eşkere bû: Dihok yekem e

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Hilbijartinan a Îraqê rêjeya beşdariya dengderan ragihand.

Li gorî Komîsyonê, bi dengdana giştî, taybet û koçberan ve, ji sedî 56,11ê kesên ku mafê wan ê dengdanê hebûye dengê xwe daye û rêjeya herî bilind li Dihokê bûye.

Rêjeya beşdariyê li gorî bazneyên hilbijartinê:

Bexda - Resafe: Ji sedî 41,55

Bexda - Kerx: Ji sedî 53,27

Dihok: Ji sedî 76,07

Hewlêr: Ji sedî 69,02

Silêmanî: Ji sedî 56,87

Nînova: Ji sedî 64,07

Kerkûk: Ji sedî 64,12

Diyale: Ji sedî 55,49

Enbar: Ji sedî 65,93

Babil: Ji sedî 49,82

Kerbela: Ji sedî 46,13

Wasit: Ji sedî 46,76

Selahedîn: Ji sedî 66,44

Necef: Ji sedî 42,70

Dîwaniye: Ji sedî 48,39

Musena: Ji sedî 49,79

Zîqar: Ji sedî 47,94

Mîsan: Ji sedî 40,11

Besra: Ji sedî 50,21

Li gorî daneyên Komîsyona Hilbijartinan a Îraqê, ji 21 milyon û 404 hezar û 291 kesên ku mafê wan ê dengdanê hebû, 12 milyon û 9 hezar û 453 kesan dengên xwe dane.

Her wiha li gorî daneyan, ji milyon û 313 hezar û 980 dengderên taybet, milyon û 84 hezar û 289 kesan deng dane û rêjeya beşdariyê Ji sedî 82,52 bûye.

Mafê dengdanê yê 26 hezar û 538 koçberan hebûye, ji wê hejmarê 20 hezar û 527 kesan dengên xwe dane û rêjeya beşdariyê i sedî 77,35 bûye.

11ê Çiriya Paşîn a 2025an pêvajoya dengdana giştî û roja yekşemê jî dengdana taybet ji bo hilbijartina Parlamentoya Îraqê hat kirin.