Ebadî û Malîkî bi lîsteyên cuda dikevin hilbijartinê
Hewlêr (Rûdaw) – Serkirdeyên Hizba De’wa ya Îslamî ya Iraqê bi piraniya dengan biryar dan, ku Nûrî Malîkî û heyder Ebadî bi lîsteyên cuda beşdarî hilbijartinên Iraqê bibin.
Serkirdeyê Hevpeymaniya Dewleta Yasa ya Iraqê Elî Elaq ragihand, serkirdeyên Hizba De’wa ya Îslamî îro 13-01-2018, civînek saz kirine û di civînê de Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî Malîkî jî amade bûne.
Elî Elaq da zanîn, ku di civînê de bi piraniya dengan rêkeftin li ser wê yekê hatiye kirin, ku Nûrî Malîkî weke serokê Dewleta Yasa û Heyder Ebadî jî weke serokê lîsteya Nesr û Îslahê beşdarî hilbijartinan bibe.
Elaq ku hevdem yek ji serkirdeyê Hizba De’wa ye, ragihand, dê partiya wî li ser herdu lîsteyan bibe çavdêr û bi listeyeke din jî tevlî hilbijartinan nabe.
Roja pênşema borî jî Şêwirmendê Nûrî Malîkî, Ebas Mûsewî ji Rûdawê re ragihandibû, ku dê Hizba De’wa di hilbijartinan de piştgiriyê bide du lîsteyan. Mûsewî dabû zanîn, ku Nûrî Malîkî û Heyder Ebadî dê serokatiya wan lîsteyan bikin.
Nivîs: Necmî Salih