Nûnerên Kurdan û Hikûmeta Iraqê dicivin


Hewlêr (Rûdaw)- Parlamenterekî Kurd li Bexdayê ragihand ku biryar e îro serokên frakisyonên kurdî di Parlamentoya Iraqê de ligel Serokatiya Parlamentoya Iraqê û Hikûmeta Iraqê re bicivin.

Serokê frakisyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Necîb Baleteyî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku biryar e îro serokên frakisyonên kurdî û serokên komîteyên yasayî û darayî yên Parlamentoya Iraqê li Bexdayê ligel Desteya Serokatiya Parlamentoyê, wezîrên petrol, darayî û pilandnanê û herwiha cîgirên Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî bicivin.

Baleteyî diyar kir ku di civînê de nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê beşdar bibe û wê pirsên wek para Herêma Kudistanê di budceya Iraqê de û şandina petrola Herêma Kurdistanê bo derve bêne gotûbêjkirin.

Duh cîgirê serokwezîrê Iraqê bo karûbarên enerjiyê Hisên Şehristanî ragihand ku Herêma Kurdistanê bersiva pêşnyarên Hikûmeta Iraqê daye derbarê nakokiyên ku li ser şandian petrola Herêma Kurdistanê de hene.

Şehristanî got “Iraq ne li dijî şandina petrola Herêma Kurdistanê bo derve ye, lê divê ew prose bi serpereştiya kompaniya SOMO ya Iraqê re be”.