Hewlêr (Rûdaw) – Pêvajoya veguhastina DAIŞiya ji zindandên HSDyê ya ber bi Îraqê bi dawî bû.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku operasyona wan a 23 rojan a ji bo veguhastina zêdetirî 5 hezar û 700 girtiyên DAIŞê ya ji Sûriyeyê ber bi Îraqê bi serkeftî bi dawî bû.
Piştî operasyoneke ku 23 rojan ajot, zêdetirî 5 hezar û 700 çekdarên DAIŞê ji zindanên di bin kontrola HSDyê de bûn radestî Îraqê hatin kirin da ku li wir bên darizandin.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê di daxuyaniyekê de amaje pê kir ku pêvajoya veguhastina girtiyan di 21ê Kanûna Paşîn de dest pê kiribû û qonaxa dawî ya operasyonê doh êvarî bi rêya sefereke asmanî ji Rojavayê Kurdistanê ber bi Îraqê hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Zêdetirî 5 hezar û 700 çekdarên DAIŞê ji girtîgehên Sûriyeyê ber bi navendên desteserkirinê yên li Îraqê hatine veguhastin.
Ev yek jî bi mebesta garantîkirina mana wan a di bin çavdêriyeke tund de û parastina ewlehiya herêmê ye."
Fermandarê CENTCOMê Admiral Brad Cooper destxweşiya hêzên beşdarî operasyona veguhastinê bûne kir û got:
"Em spasiya serkirdayetî û helwesta Îraqê dikin ku têgihîştina wan hebû ji bo wê yekê ku veguhastina van girtiyan karekî bingehîn e ji bo parastina ewlehiya herêmê."
"DAIŞ êdî nikare li Sûriyeyê serî hilde"
Li aliyê din, Fermandarê Hêza Hevbeş a Operasyonê (CJTF-OIR) General Kevin Lambert jî got:
"Ev operasyona dê ji bo rêgirtina li her hewla DAIŞê ya ji bo vejîna wê ya li Sûriyeyê alîkar be."
Berdevkê Wezareta Dadê ya Îraqê Ehmed Lueybî jî ji Rûdawê re ragihand ku ji wan çekdarên ku hatine veguhastin 270 kes jê Îraqî ne û sê hezar jê jî Sûriyeyî ne.
Piştî bûyerên meha borî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bi koordînasyona Amerîkayê dest bi veguhastina çekdarên DAIŞê hat kirin ku li zindanên di bin desthilata HSDyê de bûn.
Ehmed Lueybî her wiha ragihand ku hemû ew çekdarên DAIŞê di yek zindanê de ne û li gorî yasayê lêpirsîn li gel wan tê kirin da ku bên darizandin.
Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê ewlehiya wan navend û girtîgehên li Îraqê yên ku DAIŞî lê dimînin dabîn dike.
Dadgehên Îraqê ji 2yê Sibatê ve bi mebesta darizandina DAIŞiyan dest bi lêpirsîna kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse