CENTCOM: Li Îraqê balafira me ket, 4 leşkerên me mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di encama ketina balafira sotemeniyê ya cureyê KC-135 a li rojavayê Îraqê de 4 leşkerên wan mirine.

Xebatên lêgerînê didomin

CENTCOMê derbarê balafira KC-135 a Amerîkayê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hatiye piştrastkirin ku ji 6 personelên di balafirê de 4 kesan canê xwe ji dest da."

Her wiha hat diyarkirin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji bo 2 kesên din didomin.

"Ne bi guleyên neyar ketiye"

CENTCOMê destnîşan kir ku lêpirsîna li ser bûyerê didome.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ketina balafirê ne ji ber guleyên dost yan jî neyaran bûye."

Her wiha hat ragihandin ku nasnameyên leşkeran heta 24 demjimêran piştî agahdarkirina malbatên wan nayên eşkerekirin.

Îdiayên komên çekdar

CENTCOMê bi şev ragihandibû ku balafireke Hêzên Asmanî ya Amerîkayê li rojavayê Îraqê û li qada asmanî ya dost ketiye.

Lê belê hinek komên çekdar ên ku wekî "Berxwedana Îslamî" tên naskirin, îdia kiribû ku wan ev balafira Amerîkayê xistiye.