PDK, YNK û Nifşê Nû dê beşdarî dengdana kabîneya Elî Zeydî bibin

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Îraqê ji bo dengdana kabîneya Elî Falih Zeydî dê sibe bicive.

PDK, YNK û Nifşê Nû biryara beşdarbûnê daye. Lê sê aliyên din ên ku xwediyê 10 kursiyan in mercên wan hene.

Li gorî bernameya kar a Serokatiya Parlamentoya Îraqê ya ku 13ê Gulana 2026an hat belavkirin, dê rûniştin sibe demjimêr 16:00an dest pê bike.

PDK, YNK û Nifşê Nû dê beşdar bibin

Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Parlamentoya Îraqê biryara beşdarbûnê daye.

Berdevkê Fraksiyona PDKyê Daner Ebdulxefar ji Rûdawê re axivî û got:

"Biryar e em sibe beşdarî rûniştinê bibin û em dê deng bidin kabîneya Elî Zeydî.

Li gorî peymanê, dê PDK her du wezaretên derve û avedankirinê wergire lê me hîn namzedên xwe yên ji bo wan her du postan diyar nekirine."

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Nifşê Nû jî dê beşdar bibin.

Serokê Fraksiyona YNKyê ya li Parlamentoya Îraqê Herêm Kemal Axa ji Rûdawê re got:

"Em dê sibe beşdar bibin û em dê deng bidin kabîneyê."

Herêm Kemal Axa amaje bi wê yekê jî kir ku wan li hev kiriye ku Wezareta Dadê ji bo YNKyê û ya Jîngehê jî ji bo Nifşê Nû be.

Herêm Kemal Axa qal kir ku berbijêrê wan ê ji bo Wezareta Dadê Xalid Şiwanî ye.

Serokê Fraksiyona Nifşê Nû ya li Parlamentoya Kurdistanê Kurdewan Cemal agahiyên Herêm Kemal Axa yên derbarê lihevkirina wan de ji Rûdawê re piştrast kirin.

Kurdewan Cemal got:

"Em dê beşdarî rûniştinê bibin û deng bidin kabîneyê.

Çimkî ji bo wergirtina Wezareta Jîngehê peymaneke me bi YNKyê re heye.

Namzeda me ya ji bo Wezareta Jîngehê Sirwe Ebdulwahid e."

Mercên Helwest, Yekgirtû û Komelê hene

Bi giştî 10 kursiyên Rewta Helwest, Yekgirtûya Îslamî û Komela Dadgeriyê hene. Wan hîn biryara beşdarbûnê nedaye.

Serokê Fraksiyona Tevgera Helwestê ya li Parlamentoya Îraqê Dr. Rêbwar Kerîm ji Rûdawê re got:

"Me heta niha biryar nedaye ka em dê beşdar bibin an na. Civînên me didomin."

Dr. Rêbwar Kerîm diyar kir ku mercên wan hene û wiha pê de çû:

"Du mijar hene ku em gelekî li ser wan radiwestin. Ya yekem bernameya hikûmetê ye.

Dema ku Elî Zeydî bi me re civiya me daxwaznameyek dayê.

Di wê daxwaznameyê de hinek xal hebûn. Ew xal di berjewendiya xelkê Herêma Kurdistanê de ne."

Serokê Fraksiyona Tevgera Helwestê her wiha daxuyand:

"Me daxwaz kiriye ku em heqê xwe wergirin. 10 kursiyên me hene û me daxwaza wezaretekê kiriye.

Ji ber vê jî dê îro civînên me bidomin heta ku em biryara xwe ya dawî bidin."

PDK dê 2 wezaretan wergire

Berdevkê Encumena Bilind a Îslamî ya Îraqê Elî Dîfaî ji Rûdawê re got ku 4 wezaret (Derve, Avedankirin, Dad û Jîngeh) ji bo Kurdan hatine veqetandin.

Serokê Fraksiyona PDKyê Şaxewan Ebdulah jî doh ji Rûdawê re gotibû ku dê wezaretên derve û avedankirinê di destê PDKyê de bimînin.

Elî Falih Zeydî 27ê Nîsana borî hatibû raspartin û ji bo pêkanîna kabîneya xwe 30 rojên wî hene.