Amerîka: Balyozxane û konsulxaneyên me yên li Bexda û Hewlêrê vekirî ne
Hewlêr (Rûdaw) - Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê ji Rûdawê re got ku balyozxane û konsulxaneyên Amerîkayê yên li Îraq û Herêma Kurdistanê "vekirî ne" û xebatên xwe didomînin.
Êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê berdewam dikin.
Li beramberî vê yekê Îranê jî dest bi êrişa bersivdayînê kir û bi dehan mûşek berdan axa Îsraîlê.
Van pevçûnan çarenivîsa Balyozxane û konsulxaneyên Amerîkayê yên li Îraq û Herêma Kurdistanê jî anî rojevê.
“Vekirî ne û dixebitin”
Berdevkê Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê ji Rûdawê re da zanîn, "Balyozxane û Konsulxaneya Giştî vekirî ne û dixebitin” û got:
"Em bi awayekî cidî pêbendî bicihanîna erkên pêşîn ên siyaseta xwe yên li Îraqê, bihêzkirina serweriya Îraqê û hevahengiya bi serkirdeyên Îraqê û gelê Îraqê re ne."