IRAQ - Di xwepêşandanan de xwîn rijiya; kuştî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Mîsan a Iraqê di dema xwepêşandanan de alozî derket û xwepêşanderek hate kuştin, 42 kes jî birîndar bûn.


Her diçe xwepêşandanên hemwelatiyên Iraqê berfirehtir dibe û dibe sedema alozî û pevçûnan.

 

Rêveberiya Tendirûstiya Mîsanê eşkere kir, ku di dema xwepêşandanan de xwîn rijiyaye.  

 

Berpirsê Ragihandina Fermangeha Tendirûstî ya Mîsanê Mihemed el-Kinanî ragihand, ku di dema xwepêşandanên îro de çalakvanekî canê xwe ji dest daye û 15 çalakvan jî birîndar bûne.

 

El-Kinanî got, ku birîndarên gihandine nexweşxaneyan çareseriya pêwîst ji wan re hatiye kirin û termê wî çalakvanî jî şandine dada pizîşkî.

 

Ji aliyê din ve Rêveberê Polîsên Zîqarê Hesen Zeydî jî ragihand, ku di dema xwepêşandanan de 42 kes birîndar bûne ku ji wan 36 kes karmendên ewlekariyê bûne.

 

Hêjayê gotinê ye, ku li parêzgehên başûrê Iraqê li hember kêmbûna xizmetguzariyên elektrîk û avê û herwiha bêkariyê xelkê dest bi xwepêşandanan kiriye.

 

Xwepêşandanan destpêkê li parêzgeha Besrayê dest pê kir û paşî li Mîsan, Zîqar, Necef û parêzgehên din jî belav bû.