GEYARA – Du gund hatin rizgarkirin

Geyara (Rûdaw) – Artêşa Iraqê li navçeya Geyara 2 gundên din ji destê çekdarên DAIŞê rizgarkirin.

 

Efserê Artêşa Iraqê Tehsîn Seîd ji Rûdawê re ragihand, “Îro danê sibê Artêşa Iraqe li nêzîkê navçeya Geyara operasyonek lidarxist. Di encama operasyonê de herdu gındên Cîde û Ûcbe û herwiha pira Geyata hatine kontrolkirin.”

 

Seîd herwiha diyar kir ku çekdarên DAIŞê dixwazin bi rêya êrîşên xwekujî pêşiya pêşveçûna artêşê bigrin.

 

Efserê Artêşa Iraqê daxuyand ku di dema operasyonê de 2 xwekujan xwe teqandine lê ti ziyanmek negehiştiye leşkerên artêşê.

 

Duh (12-08-2016) demjimêr 8:00ê sibê Artêşa Iraqê ji bo kontrolkirina gundên başûrê Geyara dest bi operasyonê kiribû û gundê Îmam kontrolkiribû.

 

Roja 18ê Hezîranê, Artêşa ıraqê dest bi pêvajoya operasyona rizgarkirina navçeyên Geyara û Şergatê kir.

 

Artêşa Iraqê di 3ê Tîrmehê de bi operasyonekê Firokexaneya Geyare kontrol kiribû. Herwiha artêşê gundên Mahelê, Hesriye û Kerame rizgarkiribû û gihiştibû pira Geyare.

 

Navçeya Geyara yek ji mezintirîn navçeya Iraqê ye û 60 km li başûrê bajarê Mûsilê ye. Beriya dagirkirina DAIŞê hejmara şêniyên vê navçeyê 250 hezar kes bûn.