Li Bexdayê agir bi malekê ket: 7 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bexdaya paytexta Îraqê di şewata malekê de 7 endamên heman malbatê mirin.

Bûyer li taxa Ûrê ya Bexdayê qewimî. Di şewatê de Esîr REhman Ebdulmuhsîn, hevjîna wî Xensa Îbrahîm Ebdulmuhsîn û pênc zarokên wan mirin.

Hat eşkerekirin ku nasnameya qurbaniyan Esîr Rehman Ebdulmuhsîn, hevjîna wî Xensa Îbrahîm Abdulmuhsîn û zarokên wan Emîr, Sara, Meyar û Zehra ye.

Sedema derketina şewatê hîn nehatiye zanîn. Piştî bûyerê tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê û term ji bo Saziya Bijîşkiya Dadî ya Bexdayê hatin veguhestin.

Li ser bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.