Beşîr Hedad: Ne di berjewendiya Iraqê de ye hikûmeta Ebdulmehdî bê hilweşandin
Hewlêr (Rûdaw) – Çîgirê Serokê Parlanentoya Iraqê Dr. Beşîr Hedad, red kir, ku pirsa jê standina baweriyê ji Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî di acendaya parlamentoyê de be û da xuyakirin, “Iraq di qonaxeke hesas re derbas dibe û ne di berjewendiya Iraqê û ti aliyekî de ye ku hikûmet were hilweşandin.”
Heftiya bê şandeke pilebilind a Herêma Kurdistanê dê serdana Bexdayê bike, Çîgirê Serokê Parlanentoya Iraqê, Dr. Beşîr Hedad jî dibêje, ku dê di hevdîtinên navbera rayedarên Herêma Kurdistanê û Iraqê de, doseyên bûdce, petrol û madeya 140 bêne gotûbêjkirin.
Çîgirê Serokê Parlanentoya Iraqê Dr. Beşîr Hedad ji Rûdawê re ragihand, ku gotûbêjên di navbera Hewlêr û Bexdayê li ser çareserkirina pirsgirêkan berdewam in û heftiya derbasbûyî şandeke hikûmeta Iraqê bi vê armancê serdana Hewlêrê kiribû.
Dr. Beşîr Hedad got, di destpêka vê heftiyê de jî dê şandeke Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bik, daku herdu alî li ser pirsgirêkên mayî gotûbêjan bikin.
Cîgirê Serokê Parlamenya Iraqê herwiha da xuyakirin, duh wan li gel Wezareta Darayî ya Iraqê mijara mafên darayî yên Pêşmerge û Cotkaran gotûbêj kiriye û ragihand, wan hemû guvaşên xwe xistine kar jibo ku beriya dawiya îsal ew mafên derayî bên xerckirin.
Li aliyekî din, sibe werzê sêyem ê yasadanînê li parlamentoya Iraqê dest pê dike û Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê, Dr. Beşîr Hedad, red kir ku di civîna sibe ya parlamentoyê de, pirsa jê standina baweriyê ji Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî bê gotûbêjkirin û diyar kir, ev mijar di karnameya civîna sibe ya parlamentoyê de nîne.
Bi gotina Beşîr Hedad, “Iraq hêj di qonaxeke hesas re derbas dibe” û tekez kir, “ne di berjewendiya Iraqê û ti aliyekî de ye, ku hikûmet were hilweşandin.” Hedad herwiha got, piraniya hêz û aliyên siyasî li Iraqê, li gel standina baweriyê û hilweşandina hikûmetê nînin.
Cîgirê Serokê Parlamenya Iraqê, herwiha tekezî li ser piştgiriya fraksyonên Kurdistanî bo hikûmeta serokwezîr Adil Ebdulmehdî kir û got: “Em fraksyonên Kurdistanî piştgiriya hikûmeta niha dikin û dixwazin ku hikûmeteke bihêz be û bikare pirsgirêkên li Iraqê çareser bike û bikare xizmetguzariyan pêşkêşî welatiyan bike, û Iraq îro di qonaxeke hesas re derbas dibe, û navçe tejî milmilaniyên siyasî û leşkerî û ewlehî ye, ji ber wê yekê, hewldanên jibo hilweşandina hikûmetê niha ne di berjewendiya Iraqê de ne, ji ber ku me dixe nav valahiyeke îdarî, destûrî û hikûmetê.”
Beşîr Hedad destnîşan kir, ku piraniya aliyên siyasî naxwazin hikûmeta Adil Ebdulmehdî hilweşinîni û tekez kir: “Em dê guvaşan li hikûmetê bikin û em dê daxwaza berdewamiya xizmetguzariyan û cîbicîkirina wan bernameyan bikin, ku sozên wan dabûne gel.”