Artêşa Amerîkayê: Kêm mabû DAIŞ bigihê balafirgeha Bexdayê

Hewlêr (Rûdaw)- Serfermandarê Artêşa Amerîkayê General Martin Dempsey ragihand ku, pir nemabû çekdarên DAIŞê destê xwe deynin ser balafirgeha Bexdayê ya Navdewletî lê balafirên şer ên Amerîkayê li wan dan û ew ji wir dûr xistin.

General Martin Dempsey di hevpeyvînekê de ligel televîzyona ABC a amerîkî ragihand: “Çekdarên DAIŞê pir nêzîkî balafirgeha Bexdayê ya navdewletî bibûn. Tenê 25 km jê dûr bûn, lê Amerîka neçar ma bi helîkopterên ji curê Apache li wan çekdaran bide û wan ji wir dûr bike.”

Beriya niha çend berpirsên pilebilind ên Iraqê ragihandibûn ku, 10 hezar çekdarên DAIŞê tenê 13 km ji deriyê Bexdayê dûr in û dixwazin êrişî Bexdayê bikin.

Balafirgeha Bexdayê ya Navdewletî dikeve bajerokê Ebû Xirêb li rojavayê parêzgeha Bexdayê.