Parlamentoya Iraqê: Ti girjiyek di navbera Helbûsî û Beşîr Hedad de nîne
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Iraqê derbarê gotinên Dr. Beşîr Hedad, Cîgirê Serokê Parlamentoyê, ku di rûniştina taybet bi pesendkirina yasaya dagirtina kurtanîna darayî pêşkêş kiribû û Serokê Parlamentoyê jî bersiv dabû, daxuyaniyek belav kir.
Li gor daxuyaniya Parlamnetoya Iraqê, di navbera Serokê Parêlamentoyê Mihemed Helbûsî û cîgirê wî Beşîr Hedad de ti girjiyek nîne.
Fermangeha Medayayê ya Parlamentoya Iraqê di daxuyaniyê de amaje bi wê dike, Dr. Beşîr Hedad tekezî li ser pêwîstiya qayîmkirina rêzan û yekxistina helwestan kir û daxwaz kir, derfet bê dayîn ji bo ku danûstandinkarên Herêma Kurdistanê bigihijin Bexdayê û rêkeftin li ser xalên nakok bikin.
Hevdem ev jî hatiye gotin, Serokê Parlamentoyê daxwaz ji parlamenteran kir çend demjimêrek aram bigirin û “sond xwar” ku eger fraksiyonên Kurdistanî ji hola parlamentoyê derkevin, venagerin.
Dr. Beşîr Hedad, di dema rûniştina taybet bi pesendkirina wê projeyasayê de, gotibû, ji bo xatira vî rîspî û vê dema mubarek, çend demjimêrek dem bidin me.
Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî jî di wê rûniştinê de li ser gotinên Beşîr Hedad ragihand, “Bi Xwedê sond dixwim eger derçû em nahêlin vegere, sond bi Xwedê eger biçe venegare, ne ew ne jî hevkarên te yên din hemû.”
Beşîr Hedad piştî rûniştina parlamentoyê ku bi pesendkirina yasayê bêyî Kurdan bi dawî hat, ragihand, “Fraksiyon û parlamenterên Kurd li ser berevanîkirina maf û şayisteyên darayî yên xelkê Kurdistanê yekhelwest bûn û pêwîst e wê rastiyê dûpat bikim ku eger hûn bixwazin ziyanên wê yasayê kêm bikin û rêçareyekê bo bibînin, pêwîst e hûn li ser wê helwesta yekrêz berdewam bin.”
Serokomarê Iraqê Berhem Salih jî li ser mijarê daxuyaniyek belav kir û li ser derbaskirina yasaya deynan bêyî Kurdan, got, ev yasa bêyî sazana niştimanî, bi diyarkirî jî bêyî daxwaza Kurdan hat pesendkirin û derbaskirin û vê yekê jê wek pêşîneyeke metirsîdar di karên siyasî yên Iraqê de binav dike.
Berhem Salih tekez jî dike, dabînkirina mûçeyên fermanberan li Iraqê bêyî çareseriya mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê karekî ne temam e, ji ber ku ew jî hemwelatiyên Iraqê ne û mafên wan di destûrê de hatine cîgirkirin.
Parlamentoya Iraqê duh, bêyî razîbûna aliyên Kurdistanî, projeyayasaya dagirtina kurtanîn darayî ya ji bo wergrtina deynan pejirand.
Seroka fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Dr. Viyan Sebrî ji Rûdawê re ragihandibû, ew rêkeftibûn ku dengdan li ser maddeya taybet bi Herêma Kurdistanê bê paşxistin lê aliyên Şîe û Sunne ew yek red kirin.
Di yasayê de daxwaz tê kirin ku Herêma Kurdistanê wê rêjeya petrolê radest bike ku kompaniya Somo diyar dike ku bêhtir ji 400 bermîlan e û herweha tevahiya dahatanên ne petrolê bide Iraqê û eger wisa nebe ti pereyek ji bo Herêma Kurdistanê nayê şandin.
Serok Mesûd Barzanî jî derbarê derbaskirina projeyasaya deynan bêyî Kurdan li Parlamentoya Iraqê peyamek belav kir û amaje bi wê kir, “Gelek mixabin careke din aliyên siyasî yên Iraqê bi Şîe û Sunne ve li Encûmena Nûnerên Iraqê xencer li pişta gelê Kurdistanê dan û budçe û rizqê xelkê Kurdistanê wekî kartek ji bo guvaş xistina li ser Herêma Kurdistanê bikaranîn.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de li ser derbaskirina projeyasaya deynan li Parlamentoya Iraqê bêyî razîbûna Kurdan nerazîbûn û nîgeraniyên xwe derbirîn û tekez kir, “Em dê her hewlekê bidin ji bo ku zilm li xelkê Kurdistanê neyê kirin.”