Hejmara kursiyên partiyên Kurdan: Kîjan partiyê çend kursî standin?

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinên parlamentoya Îraqê, partiyên Kurdan 58 kursî standine.

Hilbijartinên Parlamentoya Îraqê 11ê Çiriya Paşîn hatin kirin.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê encamên destpêkê eşkere kirin û ragihand ku rêjeya beşdariya giştî ya hilbijartinên Parlamentoya Îraqê ji sedî 56,11 e.

Li gorî encamên hatine eşkerekirin, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi milyonek û 99 hezar û 826 dengan 27 kursî standine.

PDKyê li Hewlêrê 9, li Dihokê 9, li Silêmaniyê 2, li Mûsilê 6 û li Kerkûkê jî parlamenterek şand parlamentoyê.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî bi 548 hezar û 296 dengan 18 kursî bi dest xistin.

YNKyê li Silêmaniyê 9, li Kerkûkê 4, li Hewlêrê 3 û di tifaqa ku li Mûsilê beşdar bûbû de jî 2 kursî bi dest xistin.

Tevgera Helwestê ya bi serokatiya Elî Heme Salih jî li Silêmaniyê 3 û li Hewlêrê 2, bi giştî 5 parlamenter derxistin.

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) li Silêmaniyê 2 û li Dihokê 2, bi giştî 4 kursî bi dest xistin,

Tevgera Nifşê Nû ya ku di hilbijartina borî de 9 parlamenter derxistibû, di vê hilbijartinê de tenê 3 kursî bi dest xistin.

Komela Dadgerî ya Kurdistanê (Komel) jî tenê karî kursiyekê ji Silêmaniyê bi dest bixe.

Li gorî van encaman, partiyên Kurdan bi giştî 58 kursî wergirtin.