Namzedê ku Serok Barzanî deng dayê û bi ser ket kî ye?
Hewlêr (Rûdaw) - Namzedê ku bi gotina wî, Serok Mesûd Barzanî soza dengdanê dabûyê di hilbijartinan de bi ser ket.
Heyder Elî Ebu Tareyê namzedê kursiya kotayê ya Kurdên Feylî cara yekem di bernameya Rûdawa Îro ya Tora Medyayî ya Rûdawê de eşkere kir ku Serok Mesûd Barzanî soza dengdanê daye wî.
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Şaxewan Ebdullah di daxuyaniyekê de piştrast kir ku Heyder Elî Ebu Tare kursiya kotayê ya Kurdên Feylî bi dest xistiye.
Heyder Elî Ebu Tare xelkê Bexdayê ye û Endamê Komîteya 5emîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye.
Şaxewan Ebdullah di daxuyaniya xwe de got:
"Me biryar da ku kotaya Kurdên Feylî ji destê hêzên din ên Îraqê derxînin û vegere ji bo xwediyê rastîn ê doza Feyliyan ku ew jî Partiya Demokrat a Kurdistanê ye.
Pişt re em ji bo bicihanîna vê planê xebitîn û bi spasdarî Rêzdar Serok Barzanî piştgiriya xwe ya tam nîşan da û heta em bi wê yekê serbilind bûn ku dengê cenabê wî ji bo namzedê me yê kotaya Kurdên Feylî bû.
Spas ji bo Xwedê, roja 11ê mehê û piştî hilbijartinên gera şeşemîn a Parlamentoya Îraqê, namzedên me, heval Heyder Elî ji bo kotaya Kurdên Feylî li parêzgeha Wasitê û mamoste Nazik Ehmed Mihemed li Xaneqînê bi ser ketin û bûn endamên Parlamentoya Îraqê."
Li gorî encamên destpêkê yên ku doh ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Îraqê ve hatin eşkerekirin, Heyder Elî Ebu Tare 17 hezar û 174 deng standine.
Heyder Elî Ebu Tare yek ji wan 9 namzedan bû ku ji bo kursiya kotayê ya Kurdên Feylî di pêşbirkê de bûn.
Vê carê ji bo Kurdên Feylî tevahiya Îraqê wekî bazineyeke hilbijartinan bû û dengderan dikaribû namzedê xwe li seranserê Îraq û Başûrê Kurdistanê hilbijêrin, berovajî gerên berê ku bazineyê tenê parêzgeha Wasitê li xwe digirt.
Heyder Elî Ebu Tare 18ê Çiriya Pêşîn ji Rûdawê re gotibû ku di civîneke serkirdayetiya PDKyê de ji Serok Barzanî re gotiye, "Cenabê Serok, ez daxwaza piştgiriya we ya ji bo Kurdên Feylî dikim."
“Kongreya yekem li mala Kurdekî Feylî hat lidarxistin”
Bi gotina Heyder Elî Ebu Tare, Serok Barzanî di bersivê de jê re gotiye:
"Kurdên Feylî beşek e gelê Kurdistanê ne; Kurdên Feylî resen in û ji damezirînerên PDKyê û tevgera rizgarîxwaziya Kurdan in.
Ya herî girîng, kongreya yekem li mala Kurdekî Feylî hat lidarxistin.
Kurdên Feylî piştgiriya darayî da PDKyê. Eger bibe, ez dê dengê xwe bidim te."
Heyder Elî Ebu Tare diyar kir ku Şaxewan Ebdullahê Cîgirê Serokê Parlamentoya Îraqê di civînê de ji Serok Barzanî re gotiye:
"Belê dibe, ji ber ku Îraq hemû bazine ye."
Ebu Tare anî ziman ku Serok Barzanî gotye, "Dengê min ji bo te ye."
Kurdên Feylî ji aliyê mezhebî ve Şîe ne û piraniya wan li Bexda û Wasitê dijîn û beşek jî li parêzgehên din ên Îraqê ne.
Heta sererastkirina yasaya hilbijartinan a sala 2018an, berovajî pêkhateyên Xiristiyan, Kurdên Şebek, Kurdên Êzidî û Sabiyan ji bo Kurdên Feylî kursiyên kota li Parlamentoya Îraqê nehatibûn diyarkirin.
Piştî ku herî dawî Adara 2023yan yasa hat sererastkirin, biryar hat dayîn ku kursiyek ji bo wan were danîn û ev yekem hilbijartin e ku deng li ser tê dayîn.
Li gorî sererastkirina madeya 15an a yasaya hilbijartinan a Parlamentoya Îraqê, pêkhate xwedî bazineyeke hilbijartinê ne.
Wekî mînak, dengderekî li Besrayê dikare dengê xwe bide namzedekî kotayê yê li Bexdayê yan jî dengderekî li Hewlêrê dikare dengê xwe bide kotaya Feylî ya li parêzgeha Wasitê.