Sîstanî li ser lîstikên kompyuterî fetwa derxist!

Hewlêr (Rûdaw) – Derbarê ceyizbûn an cayiznebûna lîstikên weke şetrenc, dûmîne, biliyard û qumar û herwiha lîstikên kompyuterî yên weke Play Station de, pirs ji Rêberê Olî yê Şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî hat kirin û wî jî fetwa li ser wan lîstikan derxist.

 

Pirs: Aya lîstika Clash Of Cleans û kirin û firotina wê dirist e yan na?

 

Bersiv: Firotina wê dirist nîne.

 

Aya lîstikên atariyê dirist e?

 

Eger wêne, wêneyên qumarê bin, bi atariyê qumar bihê kirin, hingê dirist nîne, eger na (berovajiyê wê) asayî ye.

 

Aya asayî ye nivîsîngehên kompyuterî bi mebesta firotina lîstikên elektronî bihêne vekirin?

 

Dirist e, bi vê mercê ku lîstikên qumarî tê de neyên kirin.

 

Aya asayî ye, (tu) beşdarî di lîstikekê de bikî ku serkevtî û dorandî (binketî) tê de be û kesê dorandî baca wê bide?

 

Nexêr.

 

Hikmê lîstika biliyardê li ser kamyuterê çî ye?

 

Dirist nîne li ser şertê were kirin, herwiha bi şêweyê asayî jî nabe.

 

Lîstin dirist e?

 

Mirov dikarin hemû lîstikekê bikin, bêyî ti mercan, ji bilî qumarê nebe, nabe ev lîstik were kirin, eger bêyî rehnê (pereyê pêşîn) be jî, eger bi kompyuterê be jî. Herwiha bo şetrencê jî herwisa.

 

Helwesta we li hember lîstika dûmîne ya li ser kompyuterê çî ye?

 

Lîstikeke qumarî ye. Nabe bi kompyuterê û li derveyî kompyuterê ew lîstik were kirin.

 

Lîstina şetrencê li gel kompyuterê dirist e?

 

Nexêr, dirist nîne.

 

Hinek lîstikên elektronî hene di bazaran de bi rêya kompyuterê ve kirin û firotin bi wan tê kirin, hinek ji wan derbarê rizgarkirina Iraqê de ne û hinek jî li ser qonaxên bombebarankirina bajarên pîrozên Iraqê yên weke Kerbela, Necef û Samerayê ne..?

 

Eger abrûya pîroziyên bibe, ew encamdan û kirin û firotina wê ne dirist e.

 

Lîstika Play Station bê rehn dirist e?

 

Heta rêjeyekê asayî ye, lê belê nabe li gel wê guh li stran û mûzîkê were girtin.