DAIŞê êrişî bajarê Sedam Husên kir – Du bajarok ketin destê DAIŞê!

 

Hewlêr (Rûdaw) – Çekdarên DAIŞê êrişî bajarê Tikrîtê yê Iraqê kirin, beşek ji bajêr û rêya navbera Tikrît û Kerkûkê jî girtin.

Çekdarên DAIŞê îro danê sibê dest bi êrişeke mezin li dijî bajarê Tikrîtê yê Iraqê (navenda parêzgeha Selahedînê) kirin.

Derheqê wî şerî de parêzgarê Selahedînê Raîd Cibûrî ji Rûdawê re got, çekdarên DAIŞê îro danê sibê bi 7 otomobîlên bombekirî êrişî devera bi navê Til Gesêbe ya Tikrîtê kirin.

Raîd Cibûrî da zanîn ku Til Gesêbê ketiye destê DAIŞê û gellek leşkerên iraqî jî di wî şerî de hatine kuştin û birîndar bûne, heta niha jî şer didome.

Parêzgarê Selahedînê da zanîn ku balafirên şer ên Iraqê wan deverên ku ketine destê DAIŞê didin ber bombeyan.

Li gorî agahiyan, di şerê han de herî kêm 12 çekdarên DAIŞê û 7 leşkerên Iraqî hatine kuştin.

Hat gotin ku çekdarên DAIŞê li aliyê çiyayê Hemrînê ve êrişî Tikrîtê kirine û karîne jibilî bajarokê Til Gesêbe, devera bi navê Fethe û rêya navbera Tikrît-Kerkûkê jî bigirin.

Bajarê Tikrîtê 140 km dûrî Bexdayê û li kêleka çemê Dîcle ye. Tikrtî her wiha zêde serokê îdamkirî yê Iraqê Sedam Husên e jî.