Li Bexda bi mûşekan êrişî baregeha Amerîkayê kirin

Hewlêr (Rûdaw) - 5 Mûşek li nêzîkî bargeha leşkerî ya Tacî li Bexdayê ketin, lê ti ziyanên canî nebûne , heta niha ti aliyekê berpirsyartiya wê lixwe negirtiye.

Li gorî zaniyariyên îşev 5 mûşek li nêzî binkeya Tacî li Bexdayê ketine ku hêzên Amerîkî têde ne.

Di daxuyaniya Tora Medyaya Asayişê ya hikûmeta Iraqê de hat ragihand ku li dijî baregeha leşkerî ya Tacî li Bexdayê ku leşkerên Amerîkayê lê ne êrîşeke mûşekî hat lidarxistin. 

Di daxuyaniyê de hat gotin ku kes nemiriye û birîndar nebûye, zêdetir agahî nehat dayîn.

Herwiha ti zanyarî li ser êrîş ji aliyê kê ve hatiye kirin nehat dayîn.