Navên namzedên Serokkomariya Îraqê hatin eşkerekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Îraqê navên wan namzedan ragihand ku mercên wan ên yasayî ji bo wergirtina Serokkomariya Îraqê hene.
Di lîsteyê de navên 15 namzedan cih digirin.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Parlamentoya Îraqê li gorî hukmên Madeya 4an a Yasaya Hukmên Namzediya Serokkomar a hejmar 8 a sala 2012an, navên namzedên ku mercên wan ên yasayî hene hatin diyarkirin.
Navên namzedan ev in:
- Şiwan Hewêz Ferîq Namiq
- Ehmed Ebdullah Tofîq Ehmed
- Hisên Teha Hesen Mihemed Sincarî
- Necmedîn Ebdulkerîm Hemekerîm Nesrullah
- Aso Fereydûn Elî
- Saman Elî Îsmaîl Şalî
- Sebah Salih Seîd
- Ebdullah Mihemed Elî Zahîr
- Ebdulletîf Mihemed Cemal Reşîd Şêx Mihemed (Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd)
- Îqbal Ebdullah Emîn Helîwî
- Nizar Mihemed Seîd Mihemed Gencî (Nizar Amêdî)
- Serdar Ebdullah Mehmûd Taymiz
- Fuad Mihemed Hisên Bekî (Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Hisên)
- Musena Emîn Nadir
- Newzad Hadî Mewlûd
Serokatiya Parlamentoyê amaje pê kir ku ew kesên daxwazname pêşkêş kirine û navên wan di lîsteyê de nînin, mafê wan heye ku di nava 3 rojan de li Dadgeha Bilind a Federalî îtirazê bikin.