Karvedanên biryara dadgehê ya derbarê Hoşyar Zêbarî de
Hewlêr (Rûdaw) - Biryara Dadgeha Bilind a Iraqê ya derbarê redkirina berbijêrê Partiya Demokrata Kurdistanê Hoşyar Zêbarî de, ew partî nîgeran kiriye, li ser vê mijarê jî biryar e îro serkirdayetiya PDKê bi serokayetiya Serok Barzanî bicive û bi fermî helwesta xwe ragihîne.
Hoşyar Zêbarî, duh Yekşembiyê piştî biryara dadgehê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, Bê guman pêdeçûnek pêwîst e, em dê nirxandinekê ji bo rewşê bikin, sibe jî civîneke me heye daku em nirxandinê ji bo hemû bijardeyên xwe bikin.
Roja Yekşemê, deriyê dubare xwe berbijêrkirinê bo posta serokkomariyê hat girtin.
Serokê Encumena Şêwirmendiya Iraqê dibêje, eger PDK ji bo posta serokkomariyê berbijêrekî din destnîşan neke, wateya wê ev e ku wê partiyê stratejiya xwe guheriye.
Tevgera Sedir û Hevpeymaniya Serwerî (ya Sunniyan) li bermaber biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê ya redkirina berbijariya Hoşyar Zêbarî bêdeng mane, lê Çarçoveya Hevahengiyê pêşwazî li biryara dadgehê kir û rêkeftina PDKê û YNKê li ser kesekî teknokrat wek baştirîn çareser bo derbaskirina krîza niha bi nav dike.
Ebas Ibud, yek ji wan berpirsên Hevpeymaniya Dewleta Yasa ku beşeke serekî ya Çarçoveya Hevahangiyê ya Şîeyan e ji Rûdawê re ragihand, “Hoşyar Zêbarî kesekî rêzdar e, xwedî dîrokeke siyasî û xwedan ezmûn e û pêştir wezîrê derve yê Iraqê bûye. Lê, biryara Dadgeha Federalî zelal e û divê em hemû pabend bin.”
Ebas Ibud di heman demê de got, ku posta serokkomariyê pişka Kurdan e û pêwîst e Kurd li ser kesekî lihev bikin. “Lê eger lihev nekin û ji kesekî zêdetir berbijêr hebin, êdî li ser dengdana rasterast a li parlamentoyê dimîne, ku Kurd û Sunî û Şîe deng li ser bidin. Her weke çawa 2018an di navbera Fuad Husên û Berhem Salih de rû da.”
Ji parlamentoya borî cudatir, di vê heyama parlamentoyê de nêzîkî 40 parlamenterên serbixwe hene, ku rola wan jî bi bandor e di yekalîkirina posta serokkomariyê de.
Emîr Kamil, parlamenterê serbixwe yê Şîe diyar kir, “Piraniya parlamenterên serbixwe, li kesekî serbixwe û xwedî şiyan digerin ku bibe serokkomar û parastinê li yekitiya Iraqê û destûrê bike, heta ku sîstem û yasa bi awayekî rast birêve biçin. Baweriya me bi wî kesî heye ku ev taybetiyên wî hebin.”
Derbarê dubare vekirina deriyê xweberbijêrkirinê bo posta serokkomariyê ji aliyê serokatiya parlamentoyê ve, li Dadgeha Bilind a Federalî gilî hat tomarkirin. Tê çaverêkirin dadgeh di demeke nêzîk de li ser vê mijarê jî biryara xwe aşkere bike.