Bi dronê êrişî Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê hat kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Bi dronê êrişî Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê hatiye kirin.
Li gorî agahiyan piştî êrişê dûman ji balyozxaneyê bilind bûye.
Berpirsekî ewlehiyê yê Îraqê ki Ajansa Frans Pressê (AFP) re got, "Dronekê li balyozxaneyê xist."
Di heman demê de nûçegihanekî heman ajansê jî da zanîn ku wî dîtiye dûman ji nav balyozxaneyê bilind dibe.
Çavkaniyeke din a ewlehiyê jî ji ajansê re piştrast kir ku êrişê, nûnertiya dîplomatîk a Amerîkayê ya li Bexdayê kiriye armanc.
Heta niha Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê û saziyên fermî yên din derbarê ziyanên êrişê û hûrgiliyan de ti agahî belav nekirine.
Piştî êrişên li ser komên çekdar çêbû
Ev êrişa ku li dijî Balyozxaneya Amerîkayê hat kirin, piştî çend êrişên li komên çekdar ên li Bexdayê pêk hat.
Îro berê sibehê li navçeya "Eresat"ê dengê du teqînên bihêz hat bihîstin.
Li gorî agahiyên Rûdawê, êrişeke dronî malek kiriye armanc. Tê gotin ku ew mal baregeha yek ji serkirdeyên Heşdî Şebiyê ye.
Her wiha îro berê sibehê dîsa dengê teqînan li navçeya Kerxê ya Bexdayê jî hat bihîstin.