Şirketa Gaza Besreyê: Em rojane 3 hezar ton gaza şil dabîn dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Birêvebirê Şirketa Gaza Besreyê diyar kir ku tevî kêmûbûna hilberîna petrolê ya ji ber şer jî, ew rojane 3 hezar ton gaza şil ji bo pêdiviyên navxweyî dabîn dikin.

Alîkarê Birêvebirê Şirketa Gaza Besreyê û Birêvebirê Desteya Bilind a Veberhênanê Murfî Kazim Esedî li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.

Esedî got, "Şirketa Gaza Besreyê di vê rewşa taybet de bi hevahengiyeke xurt a bi Wezareta Petrolê, Şirketa Petrola Besreyê û Şirketa Gaza Başûr re, ji bo garantiya berdewamiya dabînkirina gazê kar dike."

Asta hilberîna petrolê daketiye

Wî berpirsê Şirketa Gaza Besreyê amaje pê kir ku ji ber bûyerên vê dawiyê asta hilberîna petrolê daketiye û vê yekê bandoreke rasterast li ser qebareya wê gazê kiriye ku şirket distîne.

Esedî derbarê amarên hilberînê got:

"Di encama xebatên me yên zêde de niha rojane 500 milyon sêca gaz li qadda Rumêlaya Bakur û Zubêrê tê hilberandin.

Vê yekê wiha kiriye ku em rojane 3 hezar ton gaza şil (LPG) ji bo pêdiviyên navxweyî yên welêt û 400 milyon pê sêca gaza hişk ji bo santralên elektrîkê dabîn bikin."

Alîkarê Birêvebirê Şirketa Gaza Besreyê diyar kir ku yekeyên şirketa wan ji bo wergirtina her qebareyeke zêde ya gazê amade ne û got:

"Me ev rewşa heyî wekî derfetekê bi kar anî da ku em karên nûjenkirinê li dezgehên xwe bikin."