Balyozxaneya Amerîkayê bangî welatiyên xwe kir: Aniha ji Îraqê derkevin
Hewlêr (Rûdaw) - Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê ragihand ku "mîlîsên terorîst" ên nêzîkî Îranê li seranserî Îraq û Herêma Kurdistanê êrişî welatî û armancên Amerîkayê kirine.
Balyozxaneyê ji welatiyên xwe xwest ku niha ji Îraqê derkevin.
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê daxuyaniyek belav kir.
Balyozxaneyê ji ber metirsiya berdewam a mûşek û dronan a li asmanê Îraqê, welatiyên xwe xwest ku hewl nedin herin Balyozxaneya li Bexdayê yan jî Konsulxaneya li Hewlêrê.
Balyozxaneyê diyar kir ku Îran û mîlîsên wê ji bo ewlehiya giştî, binesaziya enerjiyê û navendên dîplomatîk bûne metirsiyeke cidî.
Her wiha di daxuyaniyê de hişyarî hate dayîn ku welatiyên Amerîkayê yên li Îraqê rûbirûyê metirsiya revandin û armanckirinê dibin.
Balyozxaneya Amerîkayê derbarê vegera welatiyan a ji bo Amerîkayê got: "Em amade ne alîkariya wan welatiyan ku dixwazin welêt biterikînin bikin."
Balyozxaneyê li ser rewşa ewlehiyê ya Îraqê destnîşan kir ku mîlîs rê li ber şiyana rayedarên Îraqê digirin daku nikaribin bersiva rewşên awarte bidin.
Ev daxuyaniya balyozxaneyê piştî wê yekê hat ku berê sibehê bi rêya dronan êrişî balyozxaneyê hatibû kirin.
🔴Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê bangî welatiyên xwe kir
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 14, 2026
🗨️Her aniha Îraqê biterikînin pic.twitter.com/ui7nPPiDwU