Sûdanî: Tawanên Enfalê li dijî hemû nirx û yasayan bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê di salvegera operasyonên Enfalê de peyamek belav kir û ragihand ku Îraqê îro bi yekparçeyî û biratiya pêkhateyên xwe di bin siya pergaleke destûrî ya demokratîk de serbilind e.
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li ser hesabê xwe yê tora civakî Xê bi helkefta derbasbûna 38 salan di ser Komkujiya Enfalê re peyamek belav kir.
Sûdanî di peyama xwe de wiha got, "Bi xemeke kûr û bîranîneke tijî êş, em salvegera 38an a wê tawana nijadperest bi bîr tînin ku rejîma dîktator a borî û desteyên tawanbar li dijî zarokên gelê me yê Kurd di operasyonên hovane yên Enfalê de encam dabûn."
Serokwezîrê Îraqê amaje bi wê yekê kir ku zêdetirî 30 sal berê, sivîlên Kurd li bajar, gund û bajarokan "rûbirûyî qirêjtirîn cureyên kuştin û şkenceyê bûn ku li derveyî hemû nirx, dab û nerît û yasayan bûn."
Sûdanî di peyama xwe de tekezî li ser parastina destkeftên demokratîk kir û got:
"Dema em wan operasyonên tawanbar bi bîr tînin, îro em bi yekparçeyiya welatê xwe û biratiya pêkhate û neteweyên wê serbilind in, di bin siya pergaleke destûrî ya piralî û demokratîk de ku tê de hemû Îraqî bi rûmet, azadî û bêyî cudakarî dijîn."
Operasyonên Enfalê ku sala 1988an ji aliyê rejîma Beasê ve li dijî gelê Kurd hatin kirin û bûn sedema komkujiya zêdetirî 182 hezar mirovên bêsûc û wêrankirina bi hezaran gundan.